18:37 24 Gulan 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1110

    Firokeyên hevpeymanan li Serê Kaniyê û yên rejîma Sûriyê li Hesekê pêgehên rêxistina DAIŞê bombebaran dikin, ziyanên mezin jî gihane çekdaran.

    Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê îro, 6ê Hezîranê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, şer û pevçûn di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û hêz û alîgirên rejîma Sûriyê de li başûrê bajêr berdewam in. Çavkaniyê diyar kir jî ku, firokeyên rejîma Sûriyê operasyonên dijwar li dijî çekdaran li başûrê Hesekê pêkanîn, di encam de DAIŞ neçar bû ku ji derdora girtîgeha zarokan (2 K.M başûr) vekişe. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniya xwe de îro, 6ê Hezîranê, diyar kir ku firokeyên hevpeymanan çend operasyon li başûrê-rojavayê Serê Kaniyê encamdan. Rewangehê diyar kir jî ku, li Hesekê û Serê Kaniyê ziyanên madî û mirovî yên berçav gihane çekdarên DAIŞê, lê hejmarek hûr ji kuştî û birîndaran re ranegihand. Televîzyona Ronahî, ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), jî radighîne ku, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) her du gundên Katum û Hesne (40 K.M rojavayê Mebrûke) rizgarkirin.

    Etîketan:
    Sûrîye, Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de