13:08 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Herêma Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1710

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqîna Diyarbekirê bi “karekî” tirsonek dide zanîn û bi tundî jî şermezar dike

    Duh, 5ê Hezîrana, 2 teqîn di nava mitîngeke girseyî ya alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê pêkhatin, di encam de 2 kesan can ji destan û bi dehan birîndar ketin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro, 6ê Hezîranê, teqîna di nav alîgirên HDP de bi tundî şermezar kir û bi karekî “tirsonek” jî bi nav kir. Di daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata qurbaniyan re xwest û hêviya başbûna bilez jî bo birîndarên teqînê xwest. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyan dike ku “li ser xwe bin” û ew kar nebe sedema “karvedanên neberpirsiyarane.” Di dawiyê de jî, daxuyaniyê hêvî kir ku “rêyên yasayî bighin encam (…) û ew kar rewşa giştî ya birêveçûna proseya dengdanê neyê têkdan.”

    Etîketan:
    Hewlêr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de