10:48 28 Gulan 2018
Alaya HDP

Li Wanê mîtînga Mirovahiya Mezin destpê kir

© Foto : Gulnush Ergul
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Mîtînga fînalê ya mezin a ku HDP li Wanê pêk tîne, bi beşdarbûna sed hezaran kesî destpê kir. Ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê û li Amedê jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Mîtînga fînalê ya mezin a ku HDP li Wanê pêk tîne, bi beşdarbûna sede hezaran kesî destpê kir. Li qadê dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’, ‘Em HDP’î, em diçin meclîsê’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ tên berzkirin. Ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê û li Amedê jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Mîtînga li Beşyol a Wanê destpê kir, bi coşek mezin û beşdarbûna sed hezaran kesî destpê kir. Tevî hemû provokasyonên pêvajoya hilbijartinê, di mîtîngê de coş derket asta herî jor û hemû bend û provokasyon hatin beralîkirin Gel lêgerîna polîsan qebûl nekir û barîkat derbas kirin û qad tijî kirin. Qada mîtîngê tijî bû û welatiyan flamayên HDP’ê, alên Tirk, filamayên kesk, sor, zer  û her wiha dovîzên wekê ‘Survîvora rast bi HDP’ê tê jiyîn’, ‘Ne girînge ti ji ku hatiye, ya girîng ti bi ku ve diçî. Ez li hemberî te rêzdarim, li vî welatî ziman cuda bêje jî dilê min her tim te dibêje’, ‘Bend çiye?’ hatin hildan. Girse li qadê bicih nebû û derketin ser sîwaneyên avahiyan. Gelek kes ji ber hewaya germ ji ser hişê xwe çûn. Ambulansên di têketina qadê de hema mudaxale kirin. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nazmî Gur û Kemal Aktaş, namzetên Wanê, hevşaredarên Wanê û navçeyên wê, rêveberên DBP’ê û HDP’ê, nûnerên saziya civaka sivîl beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng ji bo kesên li Amedê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Etîketan:
Tirkiye, Wan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de