19:07 19 Mijdar 2017
Zindî
    Mitinga HDP

    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê

    © Foto: Reuters
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    TEV-DEM: Ev êrîş bi armanca pêşîgirtina li hêzên demokratîk ku HDP nûnertiya wan dike pêk hatiye.

    Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê bi tundî şermezar kir û got; "Ev êrîş bi armanca pêşîgirtina li hêzên demokratîk ku HDP nûnertiya wan dike pêk hatiye. Em heta dawiyê piştgiriya HDP’ê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku xeta demokratîk wê tevî hemû êrîşan jî biser bikeve." Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê der barê êrîşa bombeyî ku duh di mitînga HDP’ê ya Amedê de pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye: "Duh êvarê li Amedê mîtinga hilbijartinê ya HDP’ê rastî 2 êrîşên bombeyî hat. Di encamê de 2 welatiyên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûne, rewşa hinek ji birîndaran giran e. Em wekî TEV-DEM’ê şehîdan bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û hemû gelê me yên Bakurê Kurdistanê re dixwazin, her wiha em şifayê ji birîndaran re hêvî dikin. Di nêrîna me de êrîşa hovane ya li dijî gelê me bi destê hêzên tarî yên ku xêrê ji gelê Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û hemû gelên herêmê re naxwazin pêk hatiye. Êrîş bi aramca têkbirina pêvajoya aştî û çareseriyê, her wiha bi armanca pêşîgirtina hêzên demokratîk ku HDP nûnertiya wan dike pêk hatiye. Em wekî TEV-DEM’ê êrîşkarên hov bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ya bê sînor bi HDP’ê re nîşan didin. Em ê heta dawiyê piştgiriya meşa wan a ber bi veguhertina demokratîk û aştiyane re bikin. HDP’ê bûye hêviya milyonan a pêkanîna veguhertina demokratîk a li seranserî Tikiyeyê û herêmê. Em careke din ji bo pêkanîna projeya demokratîk piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re dubare dikin. Em di wê baweriyê de ne ku xeta demokratîk wê tevî hemû êrîşan jî bi ser bikeve. Wê vîna gelan biser bikeve."

    Etîketan:
    Rojhilata Navin, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de