18:42 18 Hezîran 2018
Şervanên YPG

Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Îro danê sibehê, Serokê Asayişa Siyasî yê Hikumeta Sûriyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê reviya bajarê Qamişlo.

Jêderek ji Hesekê ji Rûdawê re ragihand ku duh şer û pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li başûrê bajarê Hesekê qewimîn.

Li gorî agahiyan, mebesta DAIŞ ji wî şerî ew e ku hemû bajarê Hesekê kontrol bike, lê bikaranîna çekên giran û balafirên şer ên artêşa Sûriyê li dijî DAIŞê, pêşveçûnên wan çekdaran rawestand.

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro danê sibehê, Serokê Asayişa Siyasî yê Hikumeta Sûriyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê reviya Bajarê Qamişlo.

Herwiha îro hêzeke YPGê jî bo rêgirtinê li pêşveçûnên DAIŞê ji Qamişlo ber bi Hesekê ve birê ket.

Her li gorî agahiyên ji nav Rojavayê Kurdistanê, piştî nêzîkbûna DAIŞê ji bajarê Hesekê, Hikûmeta Sûriyê zindanî ji wî bajarî birin cihekî din.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek taybet ê Rûdawê eşkere kiriye, pêr bi şev 13 serbazên artêşa Sûriyê bi çekên xwe ve, xwe radestî şervanên YPGê kirin.

Bi heman mijarî:

Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
DAIŞ êrîşî Hesekê dike
HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
Kurd Hesekê vala dikin
Etîketan:
Kurdistan, Sûrîye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de