22:58 18 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayîp Erdogan

    Gelo hesabên Erdogan wê bigrin?

    © Foto: Reuters
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 38 0 0

    Erdogan pir dixwaze ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de têk biçe, lê belê hemû anket nîşan didin, ku HDP ji benda ji %10 derbas dibe, lê AKP vê carê wê nikaribe performansa herî bilind nîşan bide.

    Di vê hilibijartinan de  Erdogan, ê ku bi formalîte ne endamê partiyê ye, dixwaze partiya wî AKP serkeftineke mezin bi dest bîne. Lê belê xuyaye bilindbûna populerîteya partiya Selaheddîn Demîrtaş wê bibe kosp di riya Erdogan de.  HDP roj bi roj hîn zêdetir kurdan dikşîne aliya xwe, yên ku berê di serkeftinên AKP de rola girin dilîstin, lê vê carê dixwazin dengê xwe bidin bi sîyasetmedara xwe ya neteweyî. Di rewşekî weha de Tayîp Erdogan rexneyên giran li sîyasetmedarên kurdan digre û carna jî, mesele tenê bi gotinan sînordar namîne.

    Di van hilbijartinan de Erdogan ne tenê hikumeteke yekpartîtî dixwaze, lê ew dixwaze ku di parlamentoyê de piraniyeke makeqanûnî bi dest bixe, da ku xwe  ji ofsayda sîyasî  xelas bike. Û tenê têkçûna partiya Selaheddîn Demîrtaş dikare vê encamê ji Erdogan re dabîn bike. Lewma jî metirsî heye ku li hember kurdan ne tenê hemû derfetên desthilatê bêne bikaranîn, lê heta, beşekî dengên HDP dikarin `winda bibin`. Endîşeyên han ne bê bingeh in, ji ber ku di hilbijartinên herêmî yên meha adarê de sextekarî hatibû kirin.

    Profesor Ofra Bencîo, karmenda Navenda Moşe Dayan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya Îsrayîlê jî behsa heman endîşeyan dike:

    "Bi ya min, niha Erdogan çi ji destê wî tê dike, da ku nehêle partiya kurdan biçe parlamentoyê. Ji ber ku eger HDP nakeve parlamentoyê, hingê Erdogan bi tîrekî wê du çûkan bikuje.  Eger HDP ji bendê %10 derbas nabe, wê hemû dengên wê bibe para AKP, ji xwe tiştê ku Erdogan jî dixweze, ew e,  da ku statuya serokkomariyê biguherîne. Niha ewê her tiştî bike, da ku kurdan bernade parlamentoyê. Êrîşên ku li hember HDP têne kirin, rexneyên ku li hember wê têne kirin, nîşan didin ku di hejmartina dengan de wê sextekarî bê kirin. Eger dengên HDP ji %10 hinekî zêdetir be, hingê sextekarî wê asantir be, lê eger encamekî mezintir derkeve, hingê wê zehmet be". 

    Belê, mirov dikare bi pêşbîniya Tayîp Erdogan bawer bike: endîşeyên wî yên li hember serkeftinên HDP diyar dikin, ku şansa serkeftinê HDP di van hilbijartinan de bilind e.  Eger HDP bi serkeve, hingê Erdogan bi xwe bikeve ofsaydê. Li Tirkiyeyê di maweya wan salan de ku Erdogan dest bi `manewreyên serokkomariyê` kiriye,  rewşa sîyasî pir dûr çûye,  û xuyeye, vê  carê Erdogan hesabên şaş kirine.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Ozturk Turkdogan: Pêvajoya li Dolmabaxçeyê destpê kir, Erdogan da rawestandin
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de