03:57 28 Gulan 2018
Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

Sîrwan Barzanî: DAIŞ çekdarên xwe kom dike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûrê ya Hêzên Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand ku bêtir ji 2 mehan heye ku ti şer û pevçûnên mezin li eniya wan di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de neqewimîne. Herwiha tekez kir ku çeperên Pêşmerge aram in.

Her wiha Barzanî got ku `Li gor agahiyên ku ketine destê me de, DAIŞ dest bi komkirina hêzên zêdetir li gundên bin desthilata xwe kiriye, ji ber ku ji êrişên Hêzên Pêşmerge ditirse.`

Berpirsê Eniya Guwêr-Mexmûrê wiha domand: `Çekdarên DAIŞê ji tirsa balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî nikarin li çeperên xwe bimînin û herdemî cihên xwe diguherin.`

Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de