02:26 30 Nîsan 2017
Zindî
    Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Destûra Herêma Kurdistanê ji ve nivîsandin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Komîta nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê îro dest bi nivîsandina Destûrê kir.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, komîta nivîsandina Destûrê ku ji 21 kesan pêk hatiye, danê nîvro ji bo nivîsandina destûrê civiya.

    Li ser nivîsandina Destûrê, endama lêjneya Destûrê, Vala Ferîd ji Rûdawê re ragihand ku di civîna îro de tenê em li ser nivîsandina Pêşgotinê axivîn.

    Vala Ferîd diyar kir ku her fraksiyonekî pêşgotinek amade kiriye û got, emê ji hemû pêşgotinan pêşgotinekî derxînin.

    Endama komîta Destûrê anî ziman ku pêşgotina vê carê wê ji ya berê kurttir be.

    Yekemîn car Destûra Herêma Kurdistanê sala 2008ê hatibû nivîsandin. Ew Destûr tenê reşnivîs bû çimkî ji aliyê parlamentoyê ve nehatibû pesendkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de