17:20 23 Adar 2017
Zindî
    Fuad Husên

    Fuad Husên: Hikûmeta Iraqê nehîşt kurd tevlî civîna Parîsê bibe

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên diyar kir ku hikûmeta Iraqê xeletiyek mezin kir ku nûnerekî Herêma Kurdistanê bi xwe re nebir civîna Parîsê ya hevpeymaniya welatên dijî DAIŞê.

    Roja 2ê Hezîrana îsal li Parîsê, dewlet û hêzên dijî DAIŞê civiyan. Di wê civînê de serokwezîrê Iraqê Heyede Ebadî jî beşdar bû, lê Herêma Kurdistanê bo civînê nehat vexwendin.

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ji Rûdawê re got ku hikûmeta Iraqê xeletiyek mezin kir dema nehîşt ku Herêma Kurdistanê beşdarî civîna Parîsê bibe.

    Fuad Husên diyar kir ku artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de ti serkeftinek bidest nexistiye, lê Pêşmerge şerê DAIŞê dike û bi ser dikeve, ji ber wê jî Ebadî xeletiyek mezin kir ku nûnerekî Herêma Kurdistanê bi xwe re nebir civînê.

    Li gorî wî rayedarê Herêma Kurdistanê, tevlîbûna nûnerê Kurdistanê di civînê de wê bi sûda Iraqê jî ba, çimkî dinyayê didît ku Iraqê hevgirtî ye.

    Helbet ev cara yekemîn nîne ku kurd tevlî civîna şerê DAIŞê nabin, çimkî di civîna 22ê Çileya îsal a Londonê de jî kurd nehatin vexwendin.

    Wê çaxê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tundî li dijî wê yekê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, kurd di şerê de şehîd dibin û bedelan didin, lê îtibar û şiko ji bo Iraqê dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de