12:00 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî wê bi wê fermanê pêşiya hemû gotegotan bigire

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê di heyama çend rojên bê de daxwaz ji Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê bike jibo amadekariya hilbijartinên serokatiyê bikin.

    Ev demek dirêj e li Başûrê Kurdistanê, heyama serokatiya Barzanî di rojeva hêz, aliyên siyasî û welatiyan de ye. Heyama serokatiya Barzanî, ku 2 salan hatibû dirêjkirin, wê meha Tebaxa îsal xilas bibe.

    Berdevkê PDKê Ceifer Îbrahîm ji Rûdawê re got ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku Serokê Giştî yê PDKê ye jî, wê çend rojên din bang li Komîsyona Hilbijartinan bike daku amadekariyê ji bo hilbijartinên serokatiya Kurdistanê bikin. Ceifer Îbrahîm anî ziman ku bi vê yekê wê pêşiya gellek gotegot û şiroveyan were girtin.

    Hêjayî gotinê ye ku PDK hewldide jibo Barzanî dîsa wek serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

    PDK pêşniyar dike ku `kongreya niştimanî` were lidarxistin û hemû parlamenterên Kurdistanê, nûnerên kurd li Bexdayê, nûnerên hêzên siyasî tê de beşdar bibin û ji bo 4 salên din baweriyê bidin Barzanî, paşê ew bawerî ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were pesendkirin.

    Lê YNK, Gorran, Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê tiştekî din dibêjin û li benda helwest û gotina Barzanî ne.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de