14:54 17 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gundên nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Sûriyê, hêzên YPGê û çekdarên DAIŞê de derketiye. Balafirên artêşa Sûriyê jî wê derê bombebaran dikin.

    Li gor çavkaniyên taybet yên Rûdawê, çekdarên DAIŞê şeva borî ji aliyê başûr êrişî xalên kontrolê yên hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên rêjîma Şamê kirin û heta niha şerekî giran di navbera wan de didome.

    Çavkaniyên Rûdawê herwiha diyar dikin ku li gundê Ebyed, ku 10 kîlometran li başûrê rojavayê bajarê Hesekê dikeve, şer di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.

    Bi gotina çavkaniyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê dest danîne ser çend avahiyên vala li nêzîkî Hesekê. Yek ji wan avahiyên vala-Zindana Ehdasan e ku hîn ji aliyê hikûmetê ee nehatiye bikaranîn.

    Hat gotin ku balafirên artêşa Sûriyê niha cihên DAIŞê li başûrê Hesekê bombebaran dikin.

    Çavkaniyên Rûdawê ragihandin ku tirs ketiye nav xelkê bajarê Hesekê, ji ber ku metirsî heye DAIŞ derbasî nav bajêr bibe.

     


    Bi heman mijarî:

    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Kurd Hesekê vala dikin
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de