05:42 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    Iraqi Kurdish leader Masoud Barzani speaks to journalists on December 21, 2014 during a visit to Mount Sinjar, west of the northern Iraqi city of Mosul.

    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2710

    Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir jibo piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî li dar bixe. Koç her wiha daxwaza piştgiriyê bo HDPê jî kir.

    Hevseroka KNKê Nîfûfer Koç îro li bajarê Hewlêrê civîneke rojnamevaniyê li ser hilbijartinên Tirkiyê li dar xist.

    Nîlûfer Koç diyar kir ku serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de tê wateya binketina AKP û Erdogan û lawazbûna DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê çimkî ev 4 sal in Tirkiye li dijî kurdan pişta DAIŞê digire.

    Koç bang li hemû aliyan kir pişta HDPê bigirin û got, çawa ku hemû parçeyên Kurdistanê bûn yek Kobanî rizgar bû bila vê carê jî bibin yek û Bakur bi ser bikeve.

    Hevseroka KNKê li ser kongreya netewî ya kurd jî axivî û got, nabe kongreya netewî were paşxistin ji ber wê jî divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê hêzên kurdî kom bike û kongreya netewî li dar bixe.

    Nîlûfer Koç her wiha bang li PKK, PDK û YNKê jî kir ku bibin yek û Şingalê rizgar bikin.

    Hilbijartinên Tirkiyê 7ê Hezîranê tên lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de