04:58 28 Hezîran 2017
Zindî
    Penaber- koçber

    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê

    © REUTERS/ YANNİS KOLESİDİS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Hat zanîn ku ji ber şerê ku li herêma Til Ebyedê ya Rojavayê Kurdistanê derketiye, heta niha 5 hezar kes reviyane ser sînorê Tirkiyê. Rayedarên tirk jî diêbjin, heta niha 400 kes derbasî Bakurê Kurdistanê bûne.

    Ev 5 roj in ku hêzên Vokana Feratê û şervanên YPGê li herêma Til Ebyedê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê şerekî giran dane destpêkirin. Di wî şerî de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî pişta hêzên Volkana Feratê digirin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha derdora 5 hezar sivîlên wê deverê, ku piranî kurd in, ji ber şer reviyane ser sînorê Tirkiyê û li bendê ne derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin.

    Ji aliyekî din, Waliyê Rihayê Izedîn Kuçuk îro ji ajansa Anadolu re ragihand, heta niha 400 kesên ku ji ber şer li ser sînorê Tirkiyê kom bibûn, piştî pişkinînên tenduristiyê derbasî nav Tirkiyê bûne.

    Bajarê Til Ebyedê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Kobanî û Serêkaniyê û beramberî navçeya Akçakale ya Rihayê ye. 


    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de