13:53 27 Nîsan 2017
Zindî
    Hêzên YPGê

    YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    YPGê ragihand, di 24 saetên borî de li herêman Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê, 13 gund, 5 gundik û gir hatine rizgarkirin û 35 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

    YPGê derbarê operasyonên ku li herêmên Kobanê û Cizîrê li dijî DAIŞê tên meşandin de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 24 seatên borî de li herêma Cizîrê, gundên Xiwêlan, Xwêra Biçûk û Xwêra Mezin, Recim Enwe, Nestel, Tibe, Hewasî, Hacir, Girê Hacir û hinek deverên din hatine rizgarkirin.

    Li ser operasyonên li herêma Kobanê jî hat gotin ku jibilî 11 gundên ku rojên derbasbûyî hatibûn azadkirin, duh jî 5 gundên din ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin.

    Navê gundên ku hatine rizgarkirin wiha ne; Ixdê, Meraser, Kepinrepênê Mezin û Biçuk û Mizxane ya Biçuk.

    Li gorî daxuyaniya YPGê, di operasyona herêma Kobanê de 35 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hinek çek û cebilxaneya DAIŞê jî ketiye destê şervanan.

    YPGê her wiha ragihand ku di şerê Kobanî de şervanekî wan jî şehîd bûye.


    Bi heman mijarî:

    Li pişt mîyaserîya YPG`ê ya li Rojavayê Kurdistanê serkeftina îdeolojîya nû disekine
    Şevranên YPG’ê 6 gund û 20 gundik dorpêç kirin
    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de