10:17 26 Adar 2017
Zindî
    Pêşmerge- Mûsil - operasyon - eniya şer

    Hikûmet: Pêşmerge şerê DAIŞê dike Bexda diçe civînan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Bi mebesta nirxandina hewl û êrişên hevpeymaniya navdewletî li ser rêxistina DAIŞê û lawazkirina wê li Iraq û Sûriyê, îro nêzîkî 20 welatên endamên hevpeymaniya navdewletî li Parîsê konferanseke navdewletî lidar xistin.

    Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: `Kongireya Parîsê taybet e bi wan welatên ku şerê DAIŞê dikin û para herî zêde di vî şerî de ji Herêma Kurdistanê re ye, ku bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge heta niha karîbû mezintirîn serkeftin li ser wan terorîstan bi dest bîne û wan bişkîne, herwiha navçeya xwe ji wan paqij bike.`

    Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku `piştî konferansê berê yên ku Kurdistan tê de nehat vexwendin, me hêvî dikir ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî rêz li qehremaniya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bigirin û hewlên Kurdistanê di hewandina 1,5 milyon koçber girîng bibînin, lê em dibînin ku vê carê jî Hikûmeta Iraqê nûnerê Kurdistanê venexwand wê konferansê û ew bi tenê beşdar bû. Ew jî di demekê de ye ku hêza herî bi bandor ku bi awayekî rasterast û rastî li pêşiya DAIŞê sekiniye, Hêzên Pêşmerge ne.`

    Fermangeha Pêwendiyên Derve wiha domand: “Em ji wê yekê dilgiran in û nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re diyar dikin, ku guh nedaye vexwendina hevpeymaniyê ya ku daxwaz kiriye hemû aliyên Iraqê biçin konferansê. Ji ber ku ji mafê Kurdistanê ye, wek tek herem e li Iraqê, ku nûnerên wê  di civîn û konferansên wisa de beşdar bibin.`

    Bi heman mijarî:

    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de