14:49 17 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdistan

    Li pişt mîyaserîya YPG`ê ya li Rojavayê Kurdistanê serkeftina îdeolojîya nû disekine

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 0 0

    Armanca sereke ya YPG`ê wergirtina Tel-Abyadê ye, ku kantonên Kobanê û Cizîrê bigihîne hev

    Piştî bergirîya lehengî ya Kobanîyê, şerê li Rojavayê Kurdistanê zêde balê nakşîne, lê yekîneyên parastinê yên Partîya Yekitîya Demokratîk roj bi roj kontrola xwe ya li ser herêmên nû zêdetir dike. Hedefa wan a niha bajarê Tel-Abyad (Akçakale) ye. Eger ew bajar ji alîyê hêzên kurd ve bête bidestxistin, têkilîya di navbera Reqa û Turkîyeyê wê bête birîn. Gelo ji bo çi DAÎŞ li paş dikeve?

    Niha Yekîneyên Parastina Gel ber bi Tel Abyadê ve pêş dikevin. Ew bajar di navbera Tirkîye û Reqayê de ye. Eger ew bajar bikeve destê YPG`ê, kantonên Kobanî û Cizîrê wê bigihijin hev û bi wî awayî wê rîya ji DAÎŞ`ê re çek û mirov dihatin ragihandin bête birîn. Lê, ya herî giring ew e, ku hêzên kurd wê bigihijine hev û herêma heta Kurdistana Iraqê kontrol bikin.

    FILE - Gundê Eşmeyê yê Kobaniyê ku wêneyên serokê PKKê Abullah Ocalanî bilind dikin. - Alaya Tirkiyeyê + Alaya YPGê
    © AFP 2017/ Mursel Coban, Depo Photos, File

    Li Rojavayê Kurdistanê du konseptên îdeolojîk, du stratejî hatin li hemberî hev —  îdeolojîya DAÎŞ`ê ya fûndamentalîst û hov a li ser konsepta leşkerîya totalîter hatî sazkirin û îdeolojîya PYD`ê ya ji alîyê serokê PKK`ê Abdullah Ocalan ve hatî sazkirin ya ji hemû komên etnîkî û olî re defeta rêvebirîya xweser raber dike û li ser xeteke leşkerî-dekomratîk hatî avakirin. Yekîneyên Paratina Gel niha li wan herêman pêş dikevin û kontrol dikin, yên berê di bin kontrola DAÎŞ`ê  de. Niha êdî li wê herêma li ser sînor rêxistinkirina civaka demokratîk destpê kirîye. Kantonên Rojavayê ji ezmûnên gelek dijwar re derbaz bûn, bergirîyeke xurt kirin û niha jî pêş dikevin.

    Nûnerê Otonomiya Federal a Netewî-Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev sedemê serkeftinên ``Yekitîya Demokratîk`` ji Radyo Spûtnîkê re vegot:

    “Piştî serkeftina Kobanîyê guherîneke psîkolojîk peyda bû. Bendavên psîkolîjîk hatin şikestin û gîyana tekoşînê gur bû. Ne tenê di nav kurdan de lê her weha di nav mirovên din de jî hizreke wisa peyda bû, ku hêzen xurt ên wek DAÎŞ`ê dikarin bêne têkbirin. Ji bilî wê jî, DAÎŞ`ê zulmeke mezin li niştecîyên herêmên di bin kontrola xwe de dikir. Di destpêkê de mirovan hêvî dikir, ku jîyana wan wê ji ya dema rejîma Esad baştir be, lê jîyana wan a di bin kontrola DAÎŞ`ê de vegerîya jîyaneke erheng. Erebên musulman jî ji zulma DAÎŞ`ê bi awayeke neyênî bandordar bûn û ji daxwazên DAÎŞ`ê êdî gelek aciz bibûn. Di encamê de nêrînên niçtecîyên ereb hatin guhertin. Herêma di navbera kantonan de ereb, li başûrê Hesekê jî asûrî dijîn. Niha pêşketina Yekîneyên Parastina Gel a di navbera Kobanî û Cizîrê ji alîyê ereban ve jî tê piştgirîkirin. Wergirtina piştgirîya niştecîyên herêmê kareke gelek giring e. Stratejîya sereke ya YPG`ê ew e, ku herêmên têne bidestxistin, bi awayeke otomotîk derbazî di bin kontrola rêvebirîya kantonan dibin, ku bi piranî ji nûnerên niştecîyên herêmê pêk tên. Ew mirov ji hêzên kurd re spasîyên xwe pêşkêş dikin, ku derfet dane wan ku vegerine jîyana xwe ya berê.

    Cepheya Serêkanîyê êdî 63 kîlometreyan ve ber bi Kobanîyê fireh bûye. Bajarê Tel Abyadê gelek giring e û YPG ji herdu alîyan ve ber bi wî bajarî ve pêş dikeve. Armanca wan bidestxistina bajarê Tel Abyadê ye ku bi wî awayî kantonên Kobanî û Cizîrê bigihînin hev û tewaya sînorê Turkîye û Sûrîyeyê kontrol bikin.

    Li parêzgeha Reqayê rewş niha wisa ye: deravên rojava yên çemê Firatê bi temamî di bin kontrola kurdan de ye. Lê, ji bilî kurdan li herêmê hêzên ``Bûrkan el-Firat``ê jî hene yên bi Artêşa Azad a Sûrîyeyê ve girêdayî. Armanca wan jî rizgarkirina Reqayê ye. Êrişên hewayî yên koalîsyona navneteweyî jî gelek berhemdar in. Dikarin bibêjin, ku li Bakûrê Sûrîyeyê pêşeroja DAÎŞ`ê tune ye. Ji ber wê yekê DAÎŞ berê xwe dide başûrê Sûrîyeyê û bi taybet jî Şamê dike hedef. Lê, armanca sereke ya YPG`ê wergirtina Tel-Abyadê ye, ku herdu kantonan bigihîne hev”.

    Bi piranî bûyerên leşkerî, windahî û erjengîyên çalakîyên terorîstî derdikevine plana pêşîn, lê meydana sereke ya pêşeroja şer tê kifşkirin, bernameyên sosyal ên rêxistinkirina civakê ne. Partîyên BAAS ên li Sûrîye û Iraqê nikarîn wê erkê pêk bînin. DAÎŞ, ``Yekitîya Demokratîk`` û hêzên din ên li herêmê bersîva têkçûna partîyên baasî ne. Li Kurdistana Iraqê jî pirsa azadî û demokrasîyê qasê pirsa ewlekarî û geşedana aborîyê giring in. Ji bo herêma Mezopotamya Bakûr şansê serkeftinê zêdetir e. Yek ji bernameyên herî bi hêz û dewlemend bernameya ``Yekitîya Demokratîk`` e. Potansîyela civakî a bilind ya sazkirina jîyana komûnên pirjimar derfetê dide kantonan ku bikaribin di nav şertên giran ên niha de li ser pîyan bimînin. Lê, serkeftina wan a dawîyê bi civaka navneteweyî ve girêdayî ye — ka ew ezmûna wan a mezin wê bête naskirin yan na.

    Bi heman mijarî:

    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Rojava, Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de