03:03 23 Hezîran 2017
Zindî
    Şervanên YPG li Kobanê

    Li Kobanê û Cizîrê 9 gund hatin rizgarkirin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li kantonên Kobanê û Cizîrê bi giştî 9 gund hatine rizgarkirin û derbeyên giran li çeteyan hatine xistin.

    Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên operasyonên ku li Kobanê û Cizîrê dom dikin de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de derbarê operasyona li Kantona Cizîrê de ev agahî hatin dayîn:`Piştî pevçunên dijwar, hêzên me gundên Xiwêra, Tifehiya, Xizêlê, Um El Heyal û Dixeylaniyê ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di pevçunên 24 seatên dawî de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vir 14 termên çeteyan, 12 kelaşnîkof, çekek M16, 3 maşineyên ku yek ji wan doçka li ser e, hejmarek zêde cebilxane û amûrên leşkerî bi dest xistin. Operasyonên hêzên me ya li qadê berdewam dike.`

    Di berdewama daxuyaniyê de derbarê operasyonên li Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn: `Operasyona ku hêzên me roja derbasbûyî li rojhilatê Kobanê dabû destpêkirin berdewam dike. Di encama vê operasyonê de hêzên me gundên Keynter, Kûlan a Yekemîn, Duyemîn û Seyemîn, dîsa girê Kepinrepin ji çeteyan paqij kirin. Ji ber pevçunên dijwar ên li qadê encamê operasyonê bi zelalî nehatiye bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de