18:37 24 Gulan 2017
Zindî
    Barzan Îso

    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`

    © Sputnik/ Rewshen Khalil
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28010

    Odaya Volkana Firatê û şervanên YPG 29 gulanê dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Girê Spî ji destê DAIŞ’ê kir. Heta niha 13 gund li rojavayê Girê Spî hatine rizgarkirin. Çavdêrîn sîyasî ji herêmê radigîhinin, ku li hember êrîşên şervanên rizgarker, çeteyên DAÎŞ gelê herêm wekî mertalên zindî bikar tîne.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan a li Rojavayê Kurdistanê  Rewşen Xelîl li ser giringiya vê operasyonê nêrîna çavdêrê sîyasî û şîroveger Barzan Îso pirsî:

    Şîrovegerê Rojavayî Berzan Îso dibêje, rizgarkirina Girê Spî gelek girîng e, ji bo ku bi hezaran Kurdên ku hatine bêwarkirin, bikaribin vegerin malên xwe. Îso her weha balê dikşîne ser girîngiya Girê Spî ya ji aliya cografî û leşkerî ve û dibêje ku kontrolkirina bajarê han wê navbera kantonên Cizire û Kobanê vekê. 

    Barzan Îso bi bîr tîne ku  ‘’Navê Girê spî yê rast Girê Bozan e, destana `Dewrêş Ebdî` li wir qewimê. Di salên 1968’an de Girê Spî wekî Labratuara Ereb kirine Rojava yê Kurdistan hate bi kar anîn. Kirîne mal û ax qedexe bû li ser Kurdan. DAIŞ û Cephet Al- Nusra jî heman siyaset dewam kirin û siyaseta qirkirinê li dijî Kurdên Girê Spî xistin dewrê". 

    Îso amaje dike ku ji bo operasyona  Girê Spî amadekarîyeke berfireh tê meşamndin: “Nêzîkî 20 grupên artêşa azad li gel  YPG di nav amadekariyê de cîh digrin. Hin grupên ji Girê Spî û eyaleta Reqqa jî tevlî pêngavê bûne. Gelên herême dixwazin êdî ji DAIŞ xelas bibin, ji ber wê jî naxazin tevlî şer bibin. Herî dawî, bi dehan kesên ku ji ber şer koçberî Tirkîye dibûn li ser sînor bi destên DAIŞ hatin qetil kirin. Ev buyer li gundê Nis Tel qewimî”. 

    Ji alîyê din Barzan Îso balê dikşîne ser astengiyên gengaz ên li pêşiya operasyona rizgarkirina Girê Spî weha berdewam dike: “Piştgirîya Tirkiyê ji bo DAIŞ û grupên weke El-Nusra astengiya herî mezin e. Ji bo rizgarkirina Girê Spî hevkarîya Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞ pir girîng e. Sozê alîkarîyê jî hatiye dayîn. Lê DAIŞ xelkê sivîl wekî mertalên zindî bi kar tîne û nahêlê ew ji herêma şer derkevin, ev yek jî astenga herî mezine". 

    Bi heman mijarî:

    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de