14:01 27 Nîsan 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Siyaseta Amerîka dikeve berjewendiya kurdan de

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Êrişên rêxistina DAIŞê li ser Başûrê Kurdistanê çend ziyanên wê hebin jî, lê ji aliyekî din ve, bi nêrîna psporên siyasî û deplomatkaran, DAIŞbûye sedem ku Amerîka û welatên cîhanê yên mezin siyaseta xwe ya derve li hember Başûr biguherin û berevajî serdema beriya DAIŞê zêdetir hest bi pêgeha kurdan li navçeyê bikin.

    Psporê siyasî, Alex Oltino ragihand: `Gellek caran tê gotin ku siyaseta derve ya Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê gellekî sînordar e, ku ti destkeftek jê çênabe.`

    Lê wî şêwirmendê mezin ê Amerîka, ku li Kurdistanê dimîne, berfirehbûna siyaseta derve ya Amerîka ligel Herêma Kurdistanê rasterast bi berdewamiya êrişên DAIŞê girêdide.

    Herwiha Şêwirmendê amerîkî li Herêma Kurdistanê, Harry Shoot wiha got: `Piştî qutkirina budce û mûçeyên Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, dengê cudabûn û serxwebûna aborî li Kurdistanê ji her demê zêdetir bilind bû, lê lêkoler û psporên siyasî dibînin ku hatina DAIŞê û piştevaniya leşkerî ya welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê, rê li pêşiya serxwebûnê xweş kir.`

    Ji aliyê xwe ve, lêkoler û psporê siyasî Rayan Griviz behsa wê yekê dike ku pêgeha Herêma Kurdistanê li cîhanê bilind bûye û dibêje, `Niha Başûrê Kurdistanê pêşwazî li milyonek û 700 hezar koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û niha ji ber hatina koçberên Enbarê ew rêjeye bilindtir bûye. Herwiha hebûna zêdetirî 35 konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê, ev hemû sedema wê yekê ne ku pêgeha Herêma Kurdistanê di siyaseta derve ya welatên cîhanê de û bi taybetî jî li cem Amerîkayê bilind bibe.`

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Yûra Nebiyev: `Kongreya Kurdan wê bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de`.
    Etîketan:
    Kurdistan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de