06:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Celal Talbanî

    Mam Celal serperiştiya civîna YNKê kir

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Silmaniyê serperiştiya civîneke Encumena Serkirdatiyê û Encumena Navendî ya partiya xwe kir.

    Di wê civînê de, herdu cîgirên sekreter, Kosret Resûl û Berhem Salih amade bûn, herwiha berpirsên pilebilind ên politburo, encumena serkirdatiyê, encumena navendî, parlamenter û wezîrên YNKê yên Kurdistan û Bexdayê jî amade bûn.

    Mam Celal, ji dema têkçûna rewşa saxlemiya wî ve di roja 17ê Berfanbar a sala 2012an de, ev civîna yekê ya YNKê ye ku tê de amade dibe. Civîna îro bi helkefta 40emîn salvegera damezrandina YNKê bû.

    YNKê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: `Îro Serok Mam Celal li Silêmaniyê, bi helkefta 40emîn salvegera damezrandina partiya me di merasîmekê de beşdar bû. Merasîm li Hola Şehîd Şazad Saîb ya navenda avahiya polîtburoyê birêve çû. Di serî de endamên civînê ligel hêsrên dilxweşiyê, bi germî pêşwazî li Talebanî kirin.`

    Li gorî daxuyaniya YNKê, Serok Mam Celal jî dilxweşiya xwe bo lidarxistina vê merasîmê diyar kir û piştre Cîgirê Duyem ê Sekreter, Berhem Salih gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi mafê çarenivîsê kir. Berhem Salih got ku`Mam Celalê me û hevalên wî rahiştibûn ala mafê çarenivîsê. Azadî û serbixwe xweneke kevin e û mafeke rewa ye, lê ji bo bidest anîna projeyeke niştimanî, pêwîst e navmala kurdan were rêxistin û yekrêziya di navbera me de were parastin, ji ber ku derfet û gefên mezin li pêşiya me ne.` Derbarê hêzên leşkerî jî, Dr. Berhem tekez kir ku pêwîst e hêzên artêşa Iraqê guhertinek bi ser wan de bê kirin û fermandehiya navendî bi dawî were, herwiha piştevanî li rola Pêşmerge jî were kirin û divê pêkhateyên sereke yên Iraqê bi eşkere li ser şêweyê pêkvejiyanê li hev bikin. Herwiha derbarê xebata kurdan li beşên din ên Kurdistanê jî, Salih ragihand ku serkeftina HDPê wê bandorek girîng li pirsa kurdî bike. Herwiha qehremanî û berxwedana Kobanê jî di şikenandina DAIŞê de bilind nirxand.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de