22:45 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Penaber - Kobanê

    DAIŞ tengav bû: Gundên kurdan li Til Ebyedê vala dike

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hat zanîn ku gundên herêma Til Ebyedê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve tên valakirin.

    Operasyona ku ji aliyê hêzên Volkana Feratê ve ji bo girtina herêma Til Ebyedê hatiye destpêkirin, ket roja 4an.

    Rûdaw li zarê gundikî ji gundên herêma Til-Ebyedê ragihand ku çekdarên DAIŞê du roj berê ji wan re gotin jibo ew gund vala bikin. Dema wan ji wan pirsî çima, gotin gundiyên vî gundî agahiyan didin şervanên YPGê û di operasyonê de alîkariyê wan dikin.

    Jêdera Rûdawê da zanîn ku çekdarên DAIŞê ji wan re dibêjin, neçin bajarê Reqayê, yan herin  Tirkiyê yan jî Humsê û wiha got: `Em jî neçar man çûn Tirkiyê. Ew tiştên ku me bi xwe re biribûn jî DAIŞê dest danî ser. Me ji tirsa tiştek negot.`

    Berpirsê PYDê li Kobanê Omer Ellûş jî ji Rûdawê re ew bûyer piştrast kir û got ku DAIŞ gundên kurdan vala dike çimkî ditirse gundiyên wê herêmê alîkariya YPGê bikin. Ellûş diyar kir ku çekdarên DAIŞê berya sê rojan çûbûn gundê Nehîtê û ji gundiyan re gotibûn jibo ew gund vala bikin, lê neçin Reqayê. Li wir jî nebin belaya serê me. Yan herin Tedmurê yan jî Humsê. Em 5 rojan mohlet didin we`.

    Wî rayedarê PYDê got ku DAIŞ nahêle erebên herêmê ji wir birevin û wan li hember êrişên asmanî dike mertal.

    Til Ebyed (Girê Spî) li beramberî navçeya Akçakale ya Rihayê ye. %10ê nifûsa bajêr tirkmen, %30 kurd û yên din jî ereb in.

    Bi heman mijarî:

    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de