21:37 22 Hezîran 2017
Zindî
    PKK

    Mezintirîn wargeha Şingalê di destê PKKê de ye

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Mezintirîn wargeha Şingalê di destê PKKê de ye û gerîlayên PKKê dibêjin, em li vir gelê Şingalê diparêzin. Lê rayedarên PDKê tiştekî din dibêjin, eger em mîna gerîlayên PKKê bikin di navbera me û wan de dê şer derkeve.

    Piştî ku devera Şingalê havîna par ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin, bi deh hezaran awareyên Şingalê reviyan ser çiyayê Şingalê. Piştî wê bûyerê şervanên YPGê û gerîlayên PKKê derbasî çiyayê Şingalê bûn û li wir bicîh bûn.

    Piştî ku bajarokê Sinûnê, wargeha Xanesorê û hinek deverên din ên herêma Şingalê hatin rizgarkirin, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), YPG û Yekitiya Berxwedana Jinan (YBJ) li wê deverê bicîh bûn.

    Wan hêzên girêdayî PKKê, li wargeha Xanesorê jibilî danîna baregehan, sê rêbend jî li ser rêya Xanesorê danîne û yên bixwazin derbasî nav wargehê bibin divê li ser wan her sê rêbendan re derbas bibin.

    Kurdekî êzîdî ku li wargeha Xanesorê dijî, ji Rûdawê re got ku heta niha hejmareke kêm kes vegeriyane wargehê ji ber ku xizmetguzarî kêm e.

    Wî kurdê êzîdî, ku nexwest navê wî were gotin, diyar kir ku rêbendên PKKê xelkê gellekî dêşînin, bi taybet dema bizanin tu ne alîgirê/a wan e. Jixwe ji saet 8ê şevê rê tê girtin û êdî kes nikare ji wargehê derkeve yan jî derbasî nav wargehê bibe.

    Wargeha Xanesorê, mezintirîn wargeha kurdên êzîdî li devera Şingalê ye ku 15 km dûrî bajarokê Sinûnê ye û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Beriya êrişa DAIŞê, di wargehê de 42 hezar kes diman.

    Yek ji kesên ku li wargeha Xanesorê dijî, bi navê Semîr Qadir ji Rûdawê re got ku heta niha çend caran ew û gerîlayên PKKê devojenî hev bûne û wiha axivî: `Ew, me pir dêşînin. Rojekî min ji wan re got hûnê kengê ji vir herin. Gotin xwîna me jî were rijandin em ji vir naçin`.

    Heta niha çend caran di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên PKKê de jî alozî derketiye, lê negihîştiye asta şer. Ev alozî piştî şerê vê dawiyê yê navbera PKK û PDKÎ, zêdetir bûye.

    Berpirsekî mezin ê PDKê li Şingalê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, eger me bersiva PKKê bida heta niha gellek caran şer derketibû, lê em tiştekî nabêjin ji bo ku şer çênebe.

    Wî berpirsê PDKê ku nexwest navê wî were gotin, hişyariya derketina şer di navbera PKK û PDKê de da.

    Lê berpirsê PDKê li wargeha Xanesorê Qaso Îsmaîl, di wê baweriyê de nîne PDK bi PKKê re şer bike.  Li gorî wî, rast e PKKê li wir rêbend daniye, lê du lêjneyên PDKê li nav wargeha Xanesorê de ne, her wiha gellek Pêşmerge li wir hene. Eger PKK, PDKê neçar jî bike PDK şerê birakujiyê nake.

    Qaso Îsmaîl diyar kir ku wan bi rêya qaymeqamê Şingalê û rêveberiya Sinûnê ji hêzên PKKê xwestine wan rêbendan rakin, lê PKKê guh nedaye wan û gotiye: `Em biryarên Kantona Şingalê tînin cîh`.

    Fermandeyekî hêza YBŞê, ku nexwest navê wî were gotin, li ser wê yekê ku çima li Xanesorê dimînin, ji Rûdawê re got ku 150 şervanên YBŞê li nav wargeha Xanesorê hene û wiha axivî: `baweriya bi hêzên Pêşmerge nayê ji ber ku em ditirsin cardin xiyanetê li êzîdiyan bikin û dema DAIŞê êriş kir, deverê vala bikin.`

    Bi heman mijarî:

    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de