15:32 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    YPG, Kobanê, DAÎŞ

    Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê çalakiyên dawî yên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û hat diyar kirin ku 5 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

    Di daxuyaniya HPG/YBŞ'ê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:"Di êvara 28'ê Gulanê saet di navbera 21:00 û 22:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî girekî li bakurrojavayê Şengalê yê çeteyên DAIŞ'ê lê bûn, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.   Di 29'ê Gulanê saet di 17:30 de li hemberî çeteyên li derdora taxa Sûka Jêr gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî çeteyek hat kuştin.   Di 30'ê Gulanê saet di 16:30 de li derdora girê Şehîd Erdal, saet di 21:00 de jî li derdora taxa Sîttî Zeynebê, hêzên me yên berxwedanê du çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin."   Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 28, 29 û 30'ê Gulanê de li derdora girê Şehîd Erdal, taxa Sîttî Zeynep, Taxa Minare û navenda Şengalê, balafirên koalîsyonê 14 caran li nuqteyên çeteyan xistin. 


    Bi heman mijarî:

    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de