10:24 22 Tebax 2017
Zindî
    Şewat

    Li Qamişlo di şewatê de 23 kes jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2017/ AMINU ABUBAKAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Di encamê şewata nexweşxaneya Qamişlo de ji 20-ê zêdetir kes jiyana xwe ji dest da

    Li Navenda Tenduristiyê ya Taxa Meyselûn a Qamişlo şewat derket. Şewat îro seat derdor 11.30’an de ji ber sedemeke nediyar pêk hat. Di demeke kurt de şewat li tevahiya avahiyê belav bû û hêzên asayişê û agirkuşiyê çûn cihê bûyerê.

    Li gorî agahiyên destpêkê tûba  gazê yê li mitbexê teqiya û şewat derket. Bi şewatê de tubên oksîjenê jî teqiyan, lewre şewat li tevahiya avahiyê belav bû. Piştî ku şewat hemû avahî dorpêç kir, depoya mazotê ya li ser banê avahiyê jî teqiya.

    Piştî demekî  hêzên asayişê û ekîbên agirkuşiyê çûn cihê bûyerê û şewat vemirand. Her wiha bi sedan malbat û xizmên kesên di avahiyê de ber navenda tenduristiyê kom bûn.

    Li gorî agahiyên ku hîn nehatine zelalkirin, di avahiyê de nêzî 50 kesî hebûn.  Desteya Tendirûstiyê ya Kantona Cezîrê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 23 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.


    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de