19:46 13 Kanûn 2017
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Naveroka civîna PDK û PDKÎ

    © Flickr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    PDKÎ, Herêma Kurdistanê û PKK carek din lihev dicivin.

    Serê sibeha îro, 30ê Gulanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKÎ) li bajarê Koye civiyan. Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Mistefa Mewlûdî taybet ji BasNewsê re ragihand ku, ji aliyê PDKÎ ve endamê polîtbîroya wê Teymûr Mistefa û du endamên din ên serkirdatiyê amade bûn û got: “Derbarê şerê wan û PKK de, raporek pêşkêşî me kirin û gotin ku ew ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PKK di gotûbêjan de ne ji bo aloziya ku çêbûyî bi rêya danûstandinê çareser bikin.” Mistefa Mewlûdî tekez kir jî ku, PDKÎ tu daxwaz ji PDK nekiriye daku Pêşmergeyan bo wan bişînin û got: “Di vê derbarê de bername û projeyên me yên hevbeş nînin.” Navborî diyar kir ku, şanda PDKÎ ji wan re ragihandine ku “heftiya bê ew dê ligel PKK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin” û encamên ku derkevin dê bighînin PDK. Piştî ku di 24ê Gulanê de şer di navbera gerîlayên PKK û Pêşmergeyên PDKÎ de derket, PDK jî Pêşmergeyên xwe li sînorê Kêleşîn û Binara Helgurd bicih kirin.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de