00:36 26 Adar 2017
Zindî
    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

    Li Rojava 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin

    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku operasyonên wan li Kobanê û Serêkaniyê yên li dijî çeteyan bê navber didomin û got di operasyona 24 saetên dawî de 5 gund hatine rizgarkirin.

    Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku opersyonên wan li Kobanê û Serêkaniyê yên li dijî çeteyan bê navber didomin û got di operasyona 24 saetên dawî de 5 gund hatine rizgarkirin. Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên li Serêkaniyê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser rmalpera Fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 24’an de bi serketî berdewam dike. Operasyonên di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava me de tên lidarxistin, li başûrrojavayê Serêkaniyê didomînin. Hêzên me şevê din li başûrrojavaye Serêkaniyê 3 gundên din ji bin dagirkeriyê de ji çeteyan rizgarkirin. Di vê operasyonê de gundên Hirubî, Acle û Recaan hat azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 1 BKC û 500 fîşekên wê, 1 roketavêja B7 û 13 gulleyên wê, 4 çîfte, 2 raxt û 1 Bager a çeteyan bi dest xistin.

    Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqijbikin tên meşandin, roja xwe ya 257’an de berdewam dike. Duh hêzên me li rojhilate Kobanê operasyonek nû lidarxistin. Di encama vê operasyone de gundên Cirîn û Şewitî yên ku di bin dagirkeriye çeteyan de bûn azad kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên ku pêl mayinên çeteyan kirin gihiştin şehadete.ˮ

    Etîketan:
    Rojava, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de