13:58 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    YPG

    Operasyona girtina Til Ebyedê dest pê kir

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hat zanîn ku operasyona girtina bajarokê Til Ebyedê (Girsê Spî), ku yek ji navendên girîng ên DAIŞê ye, ji aliyê hêzên Burkana Firatê û şervanên YPGê ve dest pê kiriye.

    Bajarokê Til Ebyedê ku di navbera kantonên Cizîre û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê de ye, di destê DAIŞê ye û bûye sedema parçebûna Rojava û tengavbûna xelkê herêma Kobanê.

    Ev çend roj bûn şervanên YPGê û hêzên Burkana Firatê li aliyê Kobanê û Serêkaniyê xwe ji bo girtina Til Ebyedê hazir dikirin.

    Li ser wê operasyonê, berdevkê rêxistina Şems el Şemal (ku di nav Burkana Firatê de ye) Ebû Leyla ji Rûdawê re got ku operasyona girtina Til Ebyedê îro dest pê kir û wiha axivî:`Til Ebyed ji bo me pir girîng e. Ji bo Kobanê jî pir girîng e ji ber ku dema Til Ebyed ji destê DAIŞê were derxistin, xelkê Kobanê wê bikarin pêdiviyên xwe ji Cizîrê dabîn bikin.

    Ji bo girtina Til Ebyedê, YPG ji aliyê gundê Mebrûka ve ber bi Til Ebyedê ve tê, em jî ji aliyê Kobanê ve diçin. Ew, 45 km dûrî Til Ebyedê ne, em jî 20 km dûr wê ne. `

    Ebû Leyla anî ziman ku DAIŞ derdora bajêr tijî bombe kiriye, lê çi dibe bila bibe ewê bajêr bigirin û wiha got: `Ez nikarim bêjim emê kengê bajêr bigirin, lê emê di demek nêzîk de wê derê ji DAIŞê bistînin.`

    Wî fermandeyê Burkana Firatê diyar kir ku di wê operasyonê de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî alîkariyê didin wan.

    Ebû Leyla anî ziman ku dema ew derbasî nav Til Ebyedê bibin tiştekî nabêjin sivîlan, heta çekdarên ku teslîmî wan jî bibin wê bên efûkirin.

    Bi heman mijarî:

    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de