06:34 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alîgirên PDKî

    PDKa Rojhilat: Em naxwazin di navbera me û PKKê de şer derkeve

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ew naxwazin di navbera wan û PKKê alozî derkeve ji ber wê jî heta bi PKKê re rûnenên, nahêlin pêşmergeyên wan pêşde biçin. PKK dibêje şer derneketiye.

    Piştî şer û aloziya roja 24ê Gulanê ya navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ, PDKa Rojhilat jî hinek hêzên xwe şand ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ew hêza PDKê li bintara çiyayê Helgord li aliyê Başûr bicîh bûne.

    Lê şeva borî di navbera pêşmergeyên PDK û gerîlayên PKKê de şer derketibû û pêşmergeyek birîndar bibû.

    Li ser vê bûyerê, alîkarê sekreterê Giştî yê PDKê Mistefa Mewlûdî li bintara çiyayê Helgord li ser sînorê Başûr û Rojhilat ji Rûdawê re ragihand ku bûyera şeva borî bûyerek biçûk bû û tenê çend xulekan dirêj kir. Pêşmergeyekî me birîndar bû.

    Mistefa Mewlûdî diyar kir ku ew naxwazin di navbera wan û PKKê de alozî çêbibe lewma hewl didin nakokiyan bi diyalogê çareser bikin û wiha got: `Ji ber wê jî em heta bi PKKê re rûnenên em nahêlin hêzên me pêşde biçin.`

    Lê berpirsê pêwendiyên derve yê KCKê Demhat Egîd ji malpereke nêzîkî PKKê re ragihand ku di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKê de şer derneketiye û nûçeyên ku li ser vê yekê hatine belavkirin, derew in.

    Bi heman mijarî:

    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de