19:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Medyaya PKKê piştî şer û aloziya di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ d, êrişî Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKÎ dikin.

    Endamekî PKKê bi navê Amed Dîcle ku di medyaya wê rêxistinê de kar dike, êrişî PDKa Başûr dike û dibêje, `Dema mirov li medyaya PDKê û medyaya AKP dinêre, mirov dibîne ku ew bûyer, herêmî nîne û li derve hatiye plankirin. Dibe ku hayê wan pêşmergeyên PDKÎ yên çûne Kelaşînê jî ji meselê nebe û nezanin bûne qurbanên çi komployekê.`

    Ew endamê PKKê her wiha îdia dike ku sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî `beriya du-sê hefteyan` li Hewlêrê bi şandeke dewleta Tirkiyê re hevdîtin kiriye. Ew civîn jî ji aliyê PDKa Başûr ve hatiye organîzekirin. Lê PDKÎ heta niha tiştek li ser wê civînê negotiye.

    Li gorî Amed Dîcle, PDKÎ ji aliyê PDKa Başûr ve hatiye hêsîrkirin ji bo ku şerê Îranê neke. Ew komploya Îranê ye, çimkî Barzanî li ser daxwaziya Tehranê, PDKÎ pasîf kiriye.

    Wî rojnamevanê PKKê, qaşo şîret li PDKÎ kiriye û gotiye, eger PDKÎ dixwaze gelê Rojhilat biparêze, bila pişta xwe bide PJAKê û li dijî Îranê şer bike.

    Endamê rêveberiya PDKa Başûr Ehmed Kanî ji Rûdawê re got ku belavkirina îdiayên wiha, veşartina rastiyan e, çimkî em qet naxwazin alozî di navbera hêzên Kurdistanî de çêbibe.

    Ehmed Kanî diyar kir ku PDK wê li ser hewlên xwe yên lihevanîna PKK û PDKÎ berdewam be û wiha got: `di vê demê de ku li aliyekî şerê DAIŞê heye, li aliyê din serxwebûna Kurdistanê di rojevê de ye, şerê partiyên kurdî xizmeta ti kesî nake.`

    Endamê Polîtburoya PDKÎ Teymûr Mistefayî li ser îdiya Amed Dîcle ya hevdîtina Mistefa Hicrî û şanda Tirkiyê got ku beriya wê bûyerê PDKÎ bi ti hêz û aliyekî re ne civiya ye.

    Teymûr Mistefayî diyar kir ku hêzên wan wê li ser sînorê Rojhilat bimînin, lê şerê çekdarî nakin, lê heger rastî êrişê hatin wê xwe biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de