10:11 26 Adar 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    YPG: 11 gundên Mebrûka hatin rizgarkirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, jibilî girtina bajarokê Mebrûka yê Rojavayê Kurdistanê, 11 gundên derdora wê jî hatin stendin. YPGê her wiha da zanîn ku di wê operasyonê de 148 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

    YPGê li ser şer û operasyona girtina bajarokê Mebrûka yê girêdayî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî girtina bajarokê Mebrûka, şervanên YPGê êrişî çekdarên DAIŞê yên li gundên derdora Mebrûka kirin û 11 gundên wê deverê rizgar kirin.

    Her wiha hat ragihandin ku di encam; şer û operasyona girtina Mebrûka û gundên derdora wê de 148 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gellek çek û cebilxaneyên wan jî ketine destê şervanên YPGê.

    Bajarokê Mebrûka yê Rojavayê Kurdistanê roja 26ê vê mehê hatibû rizgarkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de