13:09 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    Serkirdatiya YNKê wê bi Talebanî re bicive

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Piştî ku hejmarek ji pêşmergeyên kevnar ên Yekîtî ya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li pêşberî baregeha polîtboruya partiya xwe kom bûn û daxwaza çareserkirina arîşeyên navxwe yên YNKê kirin, hat ragihandin ku serkirdatiya YNKê wê bi Celal Talebanî re bicive.

    Li gor medyayên nêzîkî YNKê, îro hejmarek pêşmerge yên kevnar ên YNKê li pêşberî baregeha polîtboruya partiya xwe kom bûn û nerazîbûna xwe li hember çaresernekirina arîşeyên navxwe yên YNKê nîşan dan û daxwaz kirin, ew pirsgirêk bên çareserkirin.

    Berpirsê Desteya Îdarî ya YNKê Mela Bextiyar li ber deriyê baregeha polîtboruyê pêşwazî li wan endamên nerazî yên partiya xwe kir û ji wan re ragihand: `bi gihîştina nameya we, Desteya Îdarî ya Polîtboruyê civiya û gotûbêj li ser nameya we hat kirin.`

    Mela Bextiyar ragihand, biryar hat dayin ku roja 31ê vê mehê serkirdatiya YNKê bi Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî re bicive û paşê wê biryar li ser civîna polîtboruyê û serkirdatiyê jî bê dan, da ku derbarê rewşa navxwe ya YNKê û arîşeyên hene de  bi hev re gotûbêj bikin, da ku YNK vegere ser rêya xwe ya sereke.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de