15:02 18 Mijdar 2017
Zindî
    Kobanê

    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Berpirsê pêwendiyên derve yê Kantona Kobanê, Îbrahîm Kurdo ji Rûdawê re diyar kir ku herêma Kobanê li aliyên rojava, rojhilat û başûr ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin ev jî bûye sedema tengavbûna xelkê herêmê di warê dabînkirina pêdiviyên jiyanê de.

    Îbrahîm Kurdo got ku tenê deriyê sînorî yê Murşidpinarê yê navbera Bakurê Kurdistanê û Kobanê vekirî ye, ew jî tenê ji bo sivîlan vekirî ye, lê ji bo baziganiyê qedexe ye.

    Kurdo got ku  `heger bajarokê Girê Spî ji destê DAIŞê were derxistin wê çaxê kantonên Cizîrê û Kobanê digihên hev û Kobanê wê  nefesek rihet bikşîne û pêdiviyên xwe yên mîna mazot û xwarekê ji kantona Cizîrê dabîn bike`.

    Şervanên YPGê ji bona girtina bajarokê Girê Spî, li aliyê Kobanê û Serêkaniyê ve êrişî DAIŞê dikin. Berya demekê gundê Mebrûke li nêzîkî Girê Spî ji aliyê YPGê ve hat stуndin. Niha tenê gundê Sûlûkê maye.

    Li gorî Îbrahîm Kurdo, DAIŞ ji ber êriş û operasyonên YPGê tirsiyaye û dora bajêr xendeq lêdaye û ew dever tije bombe kiriye.

    Berpirsê pêwendiyên derve yê Kantona Kobanê da zanîn ku di demek nêzîk de dê mizginiya girtina Girê Spî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê. 

     

     

    Kurdo her wiha ragihand ku %95ê ji gundên Kobanê ji DAIŞê hatine stendin û niha tenê çend gund li rojhilat û başûrê Kobanê di destê DAÎŞê de mane. 

    Bajarokê Til Ebyedê, li beramberî bajarokê Akçakale ya girêdayî bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye. 


    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de