09:53 23 Gulan 2017
Zindî
    Wênekêşê Mehmet Masum Suer

    Mehmet Suer: `Wênekêşî hunerekî giring e`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 164 0 0

    Wênekêşê navdar Mehmet Masum Suer dibêje, ez dixwazim bi hunera xwe ya wênekêşiyê gelê me bi hev re bidim nasandin û gelê Kurdîstanê bi cîhanê bidin nasandin.

    Mehmet Masum Suer wênekêşekî di asta navneteweyî de ye. Ew bi hunera xwe çand û huner û dîroka kurdan bi cîhan dide nasandin. 

    Suer heta niha 30 xalatên neteweyî û navneteweyî wergirtine, ku ji wan di nava du mehên dawî hatine. 

    Li welatên mîna Bangladeş û  Yunanîstanê giringiyeke mezin bi wêneyên Suer tê dayîn. Kovarên ‘National Geographic’ û  ‘Light and Composition’ê her tim wêneyên wî diweşînin û gelek berhemên wî layîqî xelatên wan saziyên navneteweyî bûne. 

    Wêneyên Suer ji aliya ‘Light and Composition’ wekî wêneyên mehê hatine hilbijartin. Lê, ew dibêje, xelata wî ya herî giring, xelatê ku li Ranyayê, li başûrê Kurdistanê standiye. 

    Peymanêra Spûtnîk Kurdiustan Gulnûş Ergul li Amedê li gel wênekêşê navdar Mehmet Masum Suer sohbet kir:

     

    Mehmet Masum Suer  dibêje,  ji neçariyê dest bi wênekêşiyê kir, lê paşê dît ku di wênekêşiya kurdî de valahiyeke mezin heye: “Di destpêka sala 1970î de min dest bi rojnamevaniyê kir. Di gelek rojname û ajansên tirk de ez wek nûçegihan  xebitîm. Wê demê ez ferî teknîka wênekêşiyê bûm. Di sala 1993an de ji ber şer derfet nema ku ez bixebitim û min dev ji kar berda. Di despêka sala 2000î de min dît ku di wênekeşiya kurdî de valehiyek heye. Min di serî de xwest Amed û bajarên Kurdîstanê bidim nasîn. Piştî ku min dest bi bajaran kirö bala min kişand ku di gelek waran de hewce bi wêneyan heye”.

    Qela Amdedê, Bakûrê Kurdistan
    © Foto: Mehmet Masum Suer
    Qela Amdedê, Bakûrê Kurdistan

    Suer amaje dıke ku  di warê danasîna çand û hûnerên  kurdî, danasîna navdarên kurdan  de min kêmasi dit û di wî warî de jî min dest bi kişandina wêneyan kir: “Heya vega min  150 wêneyên hunermendên kurd kişandiye.  Yên ku li ser çand û hunera kurdî xebatan dikin di her beşê de ez wan dikşînim. Portreya  wan ku di dema karên xwe dikin de, ez dikşînim. Mînak, dema şanoger li ser dikê hunera xwe dikin, ez wan  dikşînim. Van xebatan wek belge tomar dikim,ji bo pêşeroja hunera kurdî. Çand û hunera kurdî hewcedarî  arşîveke wiha ye”.

    Mehmet Masum Suer dibêje, di armanca min a sereke ew e, ku ez di serî de dixwazim gelê me bi hev re bidim nasandin. Ji ber ku welatê me bûye çar perçe û gelê me dûrî hevdû mane. Ez dixwazim wan bi hev re bidim nasîn û di nav çar perçeyên Kurdîstanê de bibim pirek ji gelê kurd re. Armanca min a duyem jî gelê Kurdîstanê bi cîhanê re bidin nasandin”. 

    Li ser wênekêşiyê 30 xalatên min hene, ev bi giştî navnetewî ne. 5 xelat di nava du mehên dawî de min girtin. 4 xelat ji Bangladeşê hatin, yek ji Yunanîstanê hat. Ji kovara ‘National Geographic’2 xelat min girtin. Di kovara wênekeşiyê ya navnetewî  ‘Light and Composition’ê 20 xelat hatin. Ev kovara navnetewî wêneyên min di nav wêneyên cîhanê de wêneyên mehê hilbijartin. Min hevpêyvinek da wê kovarê û gelê kurd û çanda kurd bi wê hevpêyvînê de hatin  nasîn. Xelata min a ya herî giring li başûrê, li Ranyayê di festivalekê de dane min. Ev xelat, xeleta rûmetê bû ya çanda kurdî bû. wê ez  gelekî kêfxweş kirim.

    Heskîf, Bakûrê Kurdistanê, wîlayeta Batmanê
    © Foto: Mehmet Masum Suer
    Heskîf, Bakûrê Kurdistanê, wîlayeta Batmanê

    Xebata Mehmet Suer zêdetir li ser Heskifê ne. Wênekêşê navdar sedema vê yekê weha vedibêje: “Heskîf ciyekî dîrokî ye û ne tenê dîrokî ye, bajerekî ku dîrok bi avahiyên xwe tê de dijî û dîrok hê jî li ser lingan ne. Di sala 1990î de min dest bi kişandina wêneyên Heskifê kir wê demê înternet nû li cîhanê belav bûbû. Di destpêka internetê de me malperek vekir. Malpera Nasandina Heskifê  û ew malper bû wek arşiveke Heskifê. Nuçeyên ku li ser Heskîfê hatin weşandin bi giştî li ser vê malperê derketin. Bi vî awayî me Heskif da nasîn. Mixabin aqûbeta Heskîfê ne xweş xuya dike, ji ber ku di demeke kin de ewê di bin avê de bimîne”. 

    Heta niha, yek jê li Amerika, Belçîka û li bakur û başûrê Kurdistanê 12 pêşangeh  Mehmet Masum Suer hatıne vekirin. Wi bı berhemşn xwe di fuarên navneteweyî de cih digire. 

    Çend berhemên Suer  ji aliyê şaredariya Amedê wek pulên posteyê hatine çapkirin û belavkirin. 

     

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de