03:43 27 Gulan 2017
Zindî
    Ebadî û Barzan

    Kîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir dibe

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 19 0 0

    Krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku ji ber nakokiyên li ser hinartina petrolê bi xeta Kerkûk-Ceyhan û hinartina pişka budceya Kurdistanê destpê bûye, her ku diçe kûrtir dibe.

    Meha nîsanê li şûna 1 mîlyar 200 mîlyon dînarî,  Bexda bi tenê 488 mîlyar 700 mîlyon dînar  şandiye herêma Kurdistanê, herçend li gorî daneyên Wezareta Petrolê ya Kurdistanê,  herêm binbariya xwe ya hinartina petrolê  pêk anîye. An ku bi ser şîrketa îraqî SOMO re 550 hezar bermîl petrol hatiye hinartin.  Lê Bexda dîsa nexwaze pişka budceya Kudistanê bi tevayî bişîne û ev yek jî bûye sedema reaksiyoneke hişk a aliya kurdan.

    Başûrê Kurdistanê veneşêre ku dixwaze pîşesaziya xwe ya petrolê maksîmûm pêşve bibe. Lewre, rêveberiya herêmê xweseriya xwe ya îroyîn û serweriya xwe ya dahatûyê xûd di pêşvebirina  pîşesaziya petrolê de dibîne.  Li gorî gotina serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, mişteriyên bîyanî amade ne ku pterolê Kurdistanê bikirin.  Ya giring jî ew e ku baresta deranîna petrolê her ku diçe memzintir dibe. 

    Sala 2016-ê eger  peyemana nû ya budceyê  nayê îmzekirin, Kurdistan wê petrolê xwe bi xwe hinarde bike û aşkere ye ku petrolê Îraqê jî wê bi pere veguhêze derve. Ji bo hikumeta herêm    ya giring ew e, ku peywendiyên han, her çend hêj di qanûna petrolê de ne hatine destnîşankirin,  lê di qanûna federal a budceyê de hatine çespandin.  

    Niha Hewlêr ne ku mafê xwe dixwaze, lê dixwaze ku qanûna budceyê bê bicihkirin,  ku ji aliya parlamentoyê ve hatiye pejirandin û ketiye meriyetê.  Ev yek pi giring e, lewre,  piştî pejirandina qanûnekî li DYA, ku  ji bo alîkariya leşkerî  mercan datîne ku peywendiyên qanûnî yên di navbera pêkhateyên federasyon û hikumeta navendî de bêne kemilandin,  fersendeke  din jî ket destê kurdan da ku guşar ser Bexdayê bikin. Ji alîyeke din, piştî têkşikandina artêşa Îraqê li Ramadî, pozîsyona kurdan hîn lawaztir bû.

    Gelo peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji vir û pê de çawa pêş bikevin?  

    Nûnera Parlamentoya Îraqê ya ji Kurdistanê Berîvan Navxoş  li ser vê pirsê ji Spûtnîk`ê re van şîrovayen kirin:

    "Îsal rêveberiya Kurdistanê şansekî din jî da Bexdayê, da ku bibnariyên    xwe  bi cih bîne.  Meha gulanê bi beşdariya hemû nûnerên herêma Kudistanê yên di sazîyên federal de, cîvînek hat lidarxistin. Parlamenter û wezîrên kurd tê de bîryar girtin ku  bi rêveberiya Îraqê re civîneke di asta bilind de bê lidarxistin.  Di civînê de her weha wezîrê darayî  yê Îraqê Hoşyar Zêbarî  li ser sedemên neşabndina pişka budceya Herêma Kurdistanê zanyarî dan. Bîryar hat girtin, ku eger rêveberiya herêmê û rêvberiya federla li hev nakin, hingê pirsgirêk bînin  rojeva parlamentoya Îraqê, da ku serokwezîr Heyder Ebadî li ser vê mijarê zanyariyan bide meclîsê.  Riya herî daw jî ew e, bi şîkayetê ku hikumeta fedaeal binbariya xwe ya budceyê pêk nayîne, serî li dadgeha federal bê dayîn. 

    Belê, îro ji bo hikumeta herêma Kurdistanê ya herî giring ne tenê alavên budceyê,  heta ne dirav bixwe, lê belê karaktera peywendiyên li gel navenda federal e.  Vê gavê li Îraqê cawa peywendiyên federal tê hûnandin, lewma jî di rewşeke weha ya krîzê de rêveberiya kurdî hewil dide ku bingeha hiqûqî ya van peywendiyên bê sazkirin. 

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî nexşe rêya serxwebûna dewletê aşkere dike
    `Serdana Barzanî li Urdinê nîşana girîngya rola Kurdistanê ye li navçeyê`
    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Zahîr Abadî: Heger Barzanî daxwaza Serxwebûnê bike, wê Heşida Şabî bersivê bide
    Berpirsek: Barzanî daxwaza firokeyên şer dike
    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû
    Hêmîn Hewramî: `Barzanî li gel Obama wê pêşeroja Kudistanê gotûbêj bike`
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Etîketan:
    Kurdistan, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de