08:37 26 Gulan 2017
Zindî
    Selaheddin Demîrtaş

    Şîroveya Times: `Demîrtaş karîzmatîk û ciwan e`

    © REUTERS/ OSMAN ORSAL
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4720

    Rojnameya brîtanî Times dibêje, ji sala 2002 vir ve cara pêşîn e ku li Tirkiyeyê gengaziya koalîsyonê derketiye holê û `kîlîd jî di destê HDP de ye`. Di gotarê de li ser hevserokê HDP Selaheddîn Demîrtaş jî wesfên mîna `karîzmatîk û ciwan` hatine bikaranîn.

    Di hejmara duh a rojnameya îngîlîzî Times de li ser hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê yên 7 hezîranê gotarekî bi sernivîsarê ` Partiya kurdan dikare hesabên Erdogan ên hevsengiya hêzan asteng bike` hat weşandin. Di gotarê tê gotin: `HDP dikare bibe endazyarê têkçûna îqtîdara hikûmeta îslamî`.

    Times balê dikşîne ser anketan û pêşbînî dike ku di encamê hilbajajrtinên 7 hezîranê de  AKP ji sala 2002-yê vir ve cara pêşîn dikare neçar bimîne ku hikumeteke koalîsyonê saz bike. 

    Rojname bi bîr tîne ku serokkomar Recep Tayîp Erdogan, ji bo ku bikaribe Makeqanûnê biguherîne û hemû hêzê di destê xwe de kom bike, bang li hilbijêran dike ku 400 kursiyên parlamentoyê bidin AKP. 

    Gotara Times weha berdewam dike: `Di hesabên tevlihev ên hilbijartinan de kîlîd di destê HDP de ye. HDP`yê, xwe  ji partiyeke kurdan vegerand li partiyê, ku hem xîtabê kurdan, hem jî tirkan dike û bi vê cureyê Tirkiyeyê  hejand. Li Tirkiyeyê 76 mîlyonî de 16 mîlyon kurd dijî`.

    Di gotarê de tê gotin ku hevserokê HDP Selaheddîn Demîrtaş  çeleng e, karîzmatîk e û temenê xwe jî bi tenê 42 sal e û ew dikare hem dengên hilbijêrên AKP hem jî yên CHP  `bidize`.  Wekî mînak jî rojname amaje dike ku roja yekşemê li Îzmîrê 20 hezar kes beşdarî mîtîngê HDP bûn. 

    Her weha rojname balê dikşîne ser wê yekê ku ji ber peywendiyên HDP bi PKK re, gelek hilbijêr hê jî bi çavekî bi guman lê dinêrin.

    Di gotara  Times`ê de amaje tê kirin ku divê pozîsyona serokkomar Erdogan li gorî Makeqanûnê,  li ser partiyan be, lê belê ew di axaftinên xwe de bi hinceta girêdana HDP a bi PKK re, êrîşî ser partiya kurdan dike.  

    Gelo Erdogan wê bikaribe sûd ji potensiyela HDP werbigre?

    Rojnameya Times di heman gotarê de her weha cih dide anketên hilbijartinan jî.  Li gorî nêrîna şîrovekarê rojname, eger HDP nikare ji bendê %10 derbas bibe,  wê hingê dengên wê li ser partiyên din bêne parvekirin û herî zêde jî, AKP ji wê yekê sûd werbigre. Rojname, li ser sedemên têketina hilbijartinan wekî partî jî, amaje bi van şîroveyên Namzedê HDP Dengîr Mîr Mehmet Firat  dike: `Me xwest ku em gihîştîbûna xwe nîşan bidin, her weha îsbat bikin ku em ne tenê nûnenrtiya herêmên kurdî, lê tevaya Tuirkiyeyê dikin`. 

    Gotinên Erdogan ên li ser Kobanê hêrsa kurdan rakir

    Di gotarê de cih tê dayîn bi gotinên Firat, ku dibêje, emê vê carê dengê hilbijêrên kurd ên mihafezekar jî werbigrin, ku di hilbijartinên borî de  piştgiriya AKP dikirin. Firat weha berdewam dike: `Gelek kurd  ji ber gotinên Erdogan, ên li ser Kobanê ku tûşî êrîşên DAÎŞ`ê hatibû, pir aciz bûn.  Erdoganê şervanên kurd wekî terorsît wesif kirin û da zanîn ku ti cudatiya wan ji DAÎŞ`ê tune.  Her weha wî got ku kurd wê bişkên, lê pêşbîniyên wî pûç derketin`. 

    Di dawiyê gotarê de tê gotin, eger ji hilbijartinan koalîsyonek derkeve, senaryoya herî gengaz wê koalîsyona AKP-MHP be. 


    Bi heman mijarî:

    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Ozturk Turkdogan: Pêvajoya li Dolmabaxçeyê destpê kir, Erdogan da rawestandin
    Erdogan: Em li dijî dewleta kurdî nasekinin
    Etîketan:
    Selahettin Demîrtaş, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de