03:42 27 Gulan 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    Herdu Şêpêlên Peşerojê tevlî ENKSê bûn

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    ENKSê duh endamtiya herdu Şepêlên Pêşerojê qebûl kir û sibe jî emîndariya giştî ya ENKSê derbarê kongreya xwe ya sêyemîn dicive.

    Komîteya ku ji bo gotûbêjkirina tevlîbûna partiyên din ji ENKSê re duh civiya û têde daxwazên herdu Şepêlên Pêşerojê ji bo tevlîbûna ENKSê hat qebûlkirin.

    Endamê polîtbîroya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand ku endamtiya herdu Şepêlên Pêşerojê ji bo tevlîbûna ENKSê hat qebûlkirine, lê wê herdu bi para yek partiyê beşdarî kongreya sêyemîn a ENKSê bibin.

    Derbarê kongreya ENKSê ya sêyemîn, Ehmed Silêman anî ziman ku sibe emîndariya giştî ya ENKSê derbarê çawaniya hilbijartina kesên serbixwe ku wê tevlî kongreyê bibin dicive.

    Silêman herwiha got eger ti guhertin çênebin, dê her partiyek bi 9 kursiyan beşdarî kongreyê bibe ji bilî PDK-Sê, herdu Partiyên Çep û herdu Şepêlên Pêşerojê.

    Silêman got ku PDK-S bi para 4 partiyan beşdar dibe li herdu partiyên çep bi para yek partiyê û herdu şepêlên pêşerojê jî bi para yek partiyê beşdar dibin.

    Biryar e kongreya sêyemîn a ENKSê di 11ê Hezîranê de were lidarxistin û têde her 12 partiyên ENKSê, ligel kesên serbixwe û rêxistinên ciwan û jinan beşdar dibin.

    Bi heman mijarî:

    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de