06:51 24 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK

    Şerê PKKê partiyên Rojhilatî nêzîkî hev kir

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, aloziya navbera pêşmergeyên PDKÎ û gerîlayên PKKê dê bibe sedema lihevnêzîkbûn û xurtbûna yekrêziya navbera wan bi taybet her du partiyên Demokrat.

    Hat zanîn ku piştî du rojan ji derketina şer û aloziya navbera PDKÎ û PKKê, partiyên PDK û PDKÎ, Komeleya Şoreşger û Sazûmana Xebata Kurdistana Îranê li hev kom bûne.

    Li gorî endamê Polîtburoya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê Enwer Mihemedî, êrişa gerîlayên PKKê li ser pêşmergeyên PDKÎ tenê li dijî PDKÎ nehatiye kirin, lê li dijî partiyên din jî hatiye kirin.

    PDKÎ jî dibêje, ew şerê ku qewimî şerê hemû hêz û aliyên Rojhilatê Kurdistanê li hember hêzekê ye ku dixwaze pêşiya xebata wan bigire.

    Endamê Polîtburoya PDKÎ Nezîf Qadirî dibêje, PKK dixwaze pêşiya xebat û çalakiyên hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînoran bigire.

    Partiyên Rojhilatî dibêjin, ne PKK ne ti hêzeke din nikare pêşiya çalakiyên wan bigire.

    Endamê Polîtburoya PDKê Omer Balekî jî dibêje, deverên sînorî yên navbera Başûr û Rojhilat ji berê ve cih û baregehên hemû hêzên kurdî bûne û divê ji bo xebatên partiyên Rojhilatî vekirî bin.

    Rayedarên her du partiyên Demokrat jî dibêjin, bi şandina pêşmergeyên her du partiyan bo deverên sînorî, deriyê xebata hevbeş di navbera her du partiyan de, ku 8 sal in hatiye girtin, wê vebe.

    Li gorî endamê Polîtburoya PDKê Omer Balekî, derfeta karê hevbeş her dem hebûye, lê ev rewşa ku niha çêbûye wê bibe sedema nêzîkîbûna hemû aliyan, bi taybet her du partiyên Demokrat.

    Endamê Polîtburoya PDKÎ Nezîf Qadirî jî dibêje, belkî hinek arîşe û nakokî di navbera me û PDKê de hebin lê ew nakokî nabin asteng li pêşiya hevkarî û xebata hevbeş.

    Bi heman mijarî:

    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de