07:59 25 Gulan 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê (RMMK) li ser aloziya navbera PKK û PDKÎ daxuyaniyek da û ragihand ku çi dibe bila bibe nabe hêzek kurdî êrişî hêzeke din bike. RMMKê bang li PKKê jî kir ku ji berpirsên derketina şer û şehîdbûna pêşmergeyê PDKÎ hesab bixwaze.

    Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de nerazîbûn û xemgîniya xwe li hember derketina şer û aloziya di navbera PKK û PDKÎ de nîşan da û ragihand ku nakokî çi dibin bila bibin, lê  divê nebin hêceta ku hêzek kurdî êrişî hêzeke din bike.

    RMMKê bang li PDKÎ kir ku li ser xwe be, her wiha bang li PKKê jî kir ku hemû aliyên hiqûqî yên bûyerê lêkolînê bike û ji yên ku bûne sedema derketina wî şerî, hesab bixwaze.

    Vê saziya sivîl a Kurdistanê bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku mafên mirov biparêzin û mafên siyasî yên hev jî binpê nekin.

    Tê zanîn, roja 24ê vê mehê li devera Kêlaşînê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ de şer derketibû û pêşmergeyekî PDKÎ şehîd û 3 jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de