10:59 18 Çile 2017
Zindî
    PKK

    Civîna PKK û PDKÎ çênebû

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Biryar bû bi însiyatîfa Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, rayedarên PKK û PDKÎ li ser aloziyên navbera xwe li Başûrê Kurdistanê biciviyana lê hat gotin civîn ji ber nehatina şanda PKKê çênebûye.

    Jêderekî agahdar ji Rûdawê re got, biryar bû şandên PKK û PDKÎ bi beşdariya çend wezîrên Herêma Kurdistanê li Başûr biciviyana lê ji ber ku şanda PKKê nehatiye, civîn çênebû.

    Şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî duh li bajarokê Koye bi rayedarên PDKÎ re civiyabû, paşê serdana Qendîlê kiribû û bi rayedarên PKKê re rûniştibû.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî duh li ser şer û aloziya navbera PKK û PDKÎ peyamek belav kiribû û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû, aloziya navbera PKK û PDKÎ çareser bike.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de