09:51 23 Gulan 2017
Zindî
    Alaya HDP

    Serokê PDK-Tyê: HDPê benda hilbijartinê derbas neke baştir e

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş dibêje ku heger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartina derbas neke, ji bo kurdan baştir e.

    Serokê PDK-Tyê Mehmet Emin Kardaş ji Rûdawê re ragihand ku `jiber sedema ku kurd nikarin di Parlamentoya Tirkiyeyê de ti biryaran bide, derbasnekirina HDPê ya benda hilbijartinê di xêra kurdan de ye`.

    Mehmet Emin Kardaş da zanîn li gorî wî HDPê benda hilbijartina derbas nake û wiha got: `heger HDPê benda hilbijartinê derbas bike û bi 60-70 parlamentera tevlî Parlamentoya Tirkiyeyê bibe jî nikare ji bo kurdan tişteke bike ji ber ku zagona Tirkiyeyê desturê nade.`

    Kardaş herwiha derbarê aloziyên di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) de jî got ku `ew karê Îran û PKK bihev re ye û kengî kurd bigihîn asteke dewletên dagirker derdikevin holê`.

    Bi heman mijarî:

    Para PDK-Sê û dema kongreya ENKSê diyar bû
    Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide
    PDK dixwaze li Kurdistanê sîstema serokatiyê bidome, lê partiyên din dij derdikevin
    Serokê Fraksiyona PDKê: PDK ti carî wê yekê qebûl nake
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de