19:14 25 Gulan 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî nexşe rêya serxwebûna dewletê aşkere dike

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5800

    Pirsa encamdana referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê PDK û YNK ji hev nêzîk dike û Barzanî jî nexşe rêya bidewletbûnê bo aliyên siyasî aşkere dike, di demekê nêzîk de jî biryara encamdana du referandûman tê dayîn.

    Piştî serdana xwe ya bo Amerîka, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heftiya borî civînek bo tevaya hêzên siyasî yên Kurdistanê encam da, di wê civînê de bi dirêjahî behsa girîngiya geşta xwe, bi taybetî jî pirsa delweta serbixwe ya Kurdistanê, kir.

    Li gor zayariyên heftenamya Bas, Barzanî di wê civînê de ragihandiye ku wan pirsa dewleta kurdî xistiye ser rêçkeya xwe û wan wek mafekî xwe behs kiriye, ne ku ji xelkê daxwaz kirine.

    Li gor zanyaryan jî, di demek nêzîk de wê dema encamdana referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê were diyarkirin, destpêkê wê li navxweya Herêma Kurdistanê were ragihandin, piştire jî li navçeyên Kurdistanî yên yê  derveyî îdareya Herêma Kurdistanê wê referandûm bo vegera wan bo ser bi Herêma Kurdistanê ve yan mayîna wan ligel Iraqê were encamdan, biryar e jî dema referandûmê di her du mehên bê de were ragihandin.

    Çavkaniyeke nêzîk ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji heftenameya Bas re ragihand ku, pirsa serxwebûna Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK ji hev nêzîk kirine, ev nêzîk bûn jî bi destpêşxeriya Qubad Talebanî bû.

    Li gor ku çavkaniyê diyar kiriye, Qubad Talebanî alîgirê berdewamiya rêkeftina stratejîk ya di navbera PDK û YNK de ye, dibîne jî ku peywendiyên bihêz yên her du aliyên navborî garentiya pêşdeçûn û geşbûna Herêma Kurdistanê ye.

    Heman çavkaniyê da zanîn jî ku, ji hev nêzîkbûna YNK û PDK peywendî bi helwesta Îranê beramber dewleta kurdî heye, bi taybet biştî ku ji hinek kenalên Îranî peyam gehiştiye serkirdeyên YNK ku piştî ragihandina dewleta kurdî, Îran dixwaze yekem welat be ku itîraf bi wê dewletê bike.

    Bi heman mijarî:

    Serxwebûn – Projeya Stratejîk
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de