19:14 25 Gulan 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Partiyên Başûrê Kurdistanê li hember derketina şer di navbera PKK û PDKÎ de nerazîbûn nîşan didin û dibêjin, nabe kurd bi destê kurd were kuştin.

    Roja 24ê vê mehê, li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) de şer derketibû, di wî şerî de pêşmergeyekî PDKÎ şehîd bibû û hinek jî birîndar bibûn.

    Ev bûyer û alozî rastî nerazîbûna tund a gelê kurd û partiyên siyasî hatibû. Partiyên Başûrê Kurdistanê jî ev alozî şermezar kirin û ji her du aliyan xwestin, arîşe û nakokiyên xwe bi diyalogê çareser bikin.

    Berdevkê Polîtuborya PDKê Ceifer Êminkî di hevpeyvîna xwe bi Rûdawê re li ser vê bûyerê got ku `em ji vê aloziyê dilgiran in û em hewl didin bi alîkariya hêzên din ên siyasî vê rewşê aram bikin`.

    Endamê Polîtburoya YNKê Qadir Hemecan jî ji aliyê xwe ji Rûdawê re ragihand ku  `em ji wê aloziya ku di navbera PKK û PDKÎ de derketiye, dilgiran in û em hemû cure şerekî birakujî û kuştina kurd bi destê kurd şermezar dikin`.

    Endama Civata Niştimanî ya Gorranê, Suhad Seyîd Rezaq jî got ku divê em hemû bi hev re hewl bidin vê aloziyê çareser bikin. Gelê kurd ti carî qebûl nake ku destê kurd bi xwîna kurd sor bibe.

    Bi heman mijarî:

    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de