16:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Yekgirtû Islamî: Dema ragihandina dewleta Kurdî ye

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4120

    Berpirsekî Yekgirtû: Raste durustkirina dewleta Kurdî bi aştiyê wê bibe, lê hinek caran qurbanî jî gerekin û bi her halî ne karekî hesaniye.

    Malpera fermî ya Yekgirtû Islamiya Kurdistanê ragihand: `duh 24 Gulanê navenda ragihandina Yekgirtû derbarê serxwebûna Kurdistanê û ragihandina dewleta Kurdî civînek bo beşek ji partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li darxist û di wê civînê de endamê serkirdeya Yekgirtû Islamiya Kurdistanê `Ebû Bekir Elî Karwanî` amaje bi wê yekê kir ku `niha derfetek dîrokî li ber destê kurdane û dem dema ragihandina dewleta Kurdî ye û divê em vê gavê bavêjin`.

    Herwiha Karwanî got jî ku `Drustkirna dewleta Kurdî niha derfete û niha dema wê ye û nabe em vê derfetê ji dest bibin, ji ber ku ev derfet her demê bi dest kurdan nakeve`

    Ji aliyekî din ve Karwanî got ku `Raste durustkirina dewleta Kurdî bi aştiyê wê bibe, lê hinek caran qurbanî jî gerekin û bi her halî ne karekî hesaniye`.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em li dijî dewleta kurdî nasekinin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de