09:37 21 Cotmeh 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2920

    Tirsa Îranê ji nêzîkbûna di navbera partî û Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê piştî xwepêşandanên Mehebadê bêhtir bibû.

    Bi mebesta rêgirtinê li tevgera hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê û di bin bandora rêkeftina li gel Komara Islamiya Îranê de, hêzek mezin ya Partiya Karkiriên Kurdistanê PKKê li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de belavdibe.

    Çavkaniyek emnî taybet ji BasNews re ragihand ku ev demeke bi şêweyekî bêhtir ji carên berê, hêzên PKK li navçeyên li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de  tên dîtin û eşkere kir ku li sînorên Penciwîn û Şarbajêr zêdebûna hêzên PKK diyare.

    Ajansa BasNews belavkiribû ku rêkeftinek di navbera PKK û komara Îranê de pêk tê, jibo ku PKK rê li ber çalakiyên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bigre.

    Piştî ku `Ferînaz Xusrewanî` canê xwe ji dest dabû û xwepêşandanên mezin li bajarê Mehebadê û çend bajarekî din li Rojhilatê Kurdistanê encam dan, her wiha tevger ket nav partiyên Rojhilatê Kurdistanê û piştevaniya xwepêşandan kirin, tirsa Îranê ji nêzîkbûna Pêşmerge û partiyên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê zêdebû, lewma PKK hêzên xwe li wê deverê belavdike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de