11:28 23 Çile 2017
Zindî
    Serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir

    © AFP 2016/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em bi tundî herdu aliyan ji bikaranîna çekan di çareserkirina nakokiyên siyasî de  hişyar dikin. Dema zarokên netewekî dest davjêjin çek li dijî hev, tawaneke netewî diqewime. Ev duberetiya ku çêbûye, vekirina rûpelên tarî yên dîroka Kurdistanê ne û gelê Kurdistanê dubarebûna wan qebûl nake.”

    Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku di civîna îro ya serokatiya parlamentoyê de ligel serokên fraksiyonên parlamentoye, bi tundî ew bûyer hatiye şermezarkirin.

    Serokkatiya Parlamentoya Kurdistanê bangî rayedarên PKK û PDKÎ jî dike ku biçin parlamentouyê û li wir pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em çaverê tiştekî din ji herdu aliyan nakin tenê bila demildest vê aloziyê bidin sekinandin.”

    Îro danê sibê li navçeya Keleşîn a li ser sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de derket. Mihemed Salih Qadirî nûnerê PDKÎyê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, di enacam şerê îro de 2 pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dane.

    PDKÎ dixwaze li herêmê baragehekê ava bike, lê PKK ji wan re bûye astengî û ji wan re gotiyê bê destûra wan hûn nikarin tevbigerin û hûn nikarin çalakiyên çekdarî pêk bînin, lewma çend rojan hêza PDKÎ dorpêç kirin û îro êrişî wan kirin.

    Bi heman mijarî:

    PDKI: `Di şerê PKKê de du pêşmergeyên me şehîd bûne`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de