18:16 29 Gulan 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Şandeke Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê bi armanca jihevnêzîkirina PKK û PDKÎ serdana çiyayê Qendîlê kirin û bi rayedarên PKKê re civiyan. Piştî civînê ragihand ku, PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye.

    Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Nîmet Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Di vê şandê de her yek ji ferhad Ewnî, Kerîm Behrî û Nadir Qeladzeyî cih digrin û şand îro saet 10:30an gihîşt Çiyayê Qendîlê û bi rayedarên PKKê re civiyan.”  Nîmet Ebdullah wiha got: “Di civînê de me daxwaz ji PKKê kir, bi ti awayî tundiyê geş nekin û arîşe bi rêya lihevtêgihîştinê û danûstandinê bê çareserkirin. Wan jî daxwaz ji me kir, rola xwe bibînin û amadehiya xwe jî ji bo gotûbêjkirinê bi PDKÎyê re nîşan dan.”  Derbarê şerê îro yê di navbera PKKê û PDKÎyê jî de, Nîmet Ebdullah wiha domand: “Ew bûyer bi vî awayî mezin nîne weke ku behsa wê tê kirin, tenê teqe avêtine hewayê û ti pêşmergeyek şehîd nebûye. PKKê jî daxwaz ji me kiriye, serdana PDKÎyê bikin û bi wan re gotûbêjan bikin.”  Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê basa rola Herêma Kurdistanê di normalkirina rewşê de kir û tekez kir ku, “Herêma Kurdistanê hewlên xwe daye ji bo ku herdu aliyan jihev nêzîk bike, bo vê mebestê jî biryar e sibe şanda Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê serdana PDKÎyê bike.”

    Bi heman mijarî:

    PDKI: `Di şerê PKKê de du pêşmergeyên me şehîd bûne`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de