18:13 29 Gulan 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK dibêje ku, pêşmergeyên PDKÎ bi “niyeteke xirab” hatine navçeyên di bin desthilata gerîlayan de.

    Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK Demhat Egîd li ser aloziyên di navbera PDKI û PKK de ji malpera Rojnews re daxuyaniyek da û da zanîn ku pêşmergeyên PDK-Î xwestin bi niyetek xirab û bi awayekî veşartî li herêmên di bin destê gêrîllayan de bi cih bibin. 

    Demhat Egîd tekez dike ku, ew naxwazin pirsgirêk di navbera wan û PDKÎ de derkeve û dupat dike ku, pêşmergeyên PDKÎ xwestine “Cihê gerîlayan bigrin.

    Demhat Egîd her weha îdîa dike ku, pêşmergeyên PDKÎ li ser gelê deverê guşaran dikin û pere ji wan werdigirtin. Egît wiha berdewam dike: “Em alîgirê aramiyê ne. Lê hinek kes naxwazin aramî çêbibe. Ji bo vê yekê jî tevgerek wiha kirin. Hêzên me çend caran ew hişyar kirin, lê hêzên wan çend caran bi awayekî veşartî xwestin xwe bixin di herêmê de.”

    Demhat Egîd di daxuyaniya xwe dibêje,  ti kes nikare dijmintiya PKKê bike û wiha got: “Kesek nikare li ser dijmintî û dijbertiya PKKê, li Kurdistanê bibe hêz. Ev siyasetek şaş e. Divê dest ji vê siyasetê berdin.” 

    Bi heman mijarî:

    PDKI: `Di şerê PKKê de du pêşmergeyên me şehîd bûne`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de