03:55 24 Çile 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bang li hemû aliyan kir “helwesta nakurdane” ya PKKê bidin guhertin.

    Polîtburoya PDKÎ li ser şer û aloziya ku li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera pêşmergeyên wan û gerîlayên PKK  de derketiye, daxuyaniyek belav kir. 

    Di daxuyaniyê de ku li ser malpera fermî ya wê partiyê hatiye belavkirin, tê gotin ku piştî hewlên lihevanîn û diyalogên bi rayedarên PKK  re ji bo ku alozî û nakokî bi rêbazên siyasî bên çareserkirin lê PKK ferman da hêzên xwe ku êrişî pêşmergeyên PDKÎ bikin.

    Di daxuyaniya PDKÎ de her wiha tê gotin ku “pasdarên Îranê jî li heman deverê bûne û bi îhtimaleke mezin  ew jî tevlî hêzên PKKê bibin”. 

    Di berdewamiya daxuyaniya PDKÎ de tê gotin: “Me dikarîbû em vê pirsgirêkê bi rêbazên siyasî çareser bikin lê ew bûn mertala pasdarên komara îslamî ya Îranê. Mixabin ev kiryara PKK dikeve çarçoveya xiyanetê. Şer ji aliyê me ve nehatiye destpêkirin û em naxwazin ev şer dirêj jî bibe”.

    Di dawiyê de PDKÎ bang li hemû hêz û saziyên siyasî yên Kurdistanî kiriye êrişa PKKê li dijî pêşmergeyên wan şermezar bikin û çi ji destê wan tê ji bo guhertina helwesta nakurdane ya PKKê bikin.


    Bi heman mijarî:

    PDKI: `Di şerê PKKê de du pêşmergeyên me şehîd bûne`
    PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de