15:54 26 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Makezagona nû – rêbaza parastina aramîya li Kurdistanê

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 1410

    Wextê serokatîya birêz Mesûd Barzanî roja 19`ê Tebaxa îsal bi dawî dibe

    Di meha Gulanê de li Parlamentoya Kurdistana Iraqê komîteyek hate sazkirin ku xebatên li ser makezagona herêmê bi dawî bike. Komîteya Parlamentoyê ya amadekirina makezagonê ji nûnerên PDK (7), Gorran (5), YNK (3), Yekitîya Îslamî ya Kurdistanê (2) û ji nûnerek ji bo partîyên din hatî destnîşankirin pêk tê. Komîte gereke di maweya 90 rojan de projeya makezagonê ji parlamentoyê re raber bike. Cara dawîyê di sala 2009`an de ji parlamentoyê re projeya makezagonê hatibû raberkirin û ew proje heta niha jî ne hatîye pesendkirin. Niha ji ber krîza bi dawîbûna wextê serokatîya herêmê xebata makezagona nû tê lezgînkirin. Wextê serokatîya birêz Mesûd Barzanî roja 19`ê Tebaxa îsal bi dawî dibe. Ji ber rewşa şer a bi DAÎŞ`ê re û her weha ji ber nakokîyên cidî yên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, dirêjnekirina wextê serokatîya Mesûd Barzanî dikare problemên gelek cidî saz bike. Li herêma Kurdistanê lîdereke ku bikaribe dewsa Mesûd Barzanî bigire tune ye. Ji ber ku hem di têkilîyên navxeyî û hem jî di têkilîyên navneteweyî de bi serkeftî ye. YNK, ku hevkarê stratejîk ê PDK`ê ye û li dora 20 salan e desthilatê parve dikin, nikare pêşbazeke xurt wek endamê serokatîyê nîşan bide.

    Lê, pêşnîyarên dirêjkirina wextê serokatîya Mesûd Barzanî dikare civaka kurd ber bi perçebûna sîyasî ve bibe. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê gelek problemên giring ên çaresernekirî hene. Yek ji wan ew e, ku partîyên sereke hêzên xwe yên çekdar heta niha jî diparêzin. Li wê herêmê gelek caran şerên çekdarî yên navxweyî rû dane. Ji bilî wê jî, di yasaya sala 2013`yan a rayeyên Mesûd Barzanî  da dirêjkirin de tê destnîşankirin, ku wextê serokatîyê piştî meha Tebaxa sala 2015`yan nikare bête dirêjkirin.
    Ji Zanîngeha Tel Avîvê Prof. Ofr Bencîyo, ku eksperê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê ya Moşe Dayan e jî, nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa şîrove dike:

    “Bi rewşa Barzanî ve girêdayî pirsên giring derdikevine holê: Barzanî çawa dikare bête rawestandin? Eger Barzanî bête rawestandin, wê ji kurdan re gelek zehmet be, ku naskirina navneteweyî yên bi pêşerojê ve girêdayî dabîn bikin.  Ew yek dîlema ye. Ez wisa difikirim, ku kurd wê dirêjkirina wextê serokatîya Mesûd Barzanî  bi rîya makezagonê ve çareser bikin. Ez di nav kurdan de sîyasetmedareke wisa nabînim, ku niha bikaribe dewsa wî bigire. Derbarê wî de çi dibêjin bila bibêjin, Mesûd Barzanî lîdereke pêbawer e. Kurd gereke biryareke bi makezagonê ve pabend bidin. Mesûd Barzanî dixwaze serxwebûna Kurdistanê dabîn bike. Armanca tekoşîna wî ya salên dirêj serxwebûna Kurdistanê bû. Ew dixwaze bibe ew kes yê serxwebûna Kurdistanê îlan bike. Ji ber wê yekê niha naxwaze dest ji serokatîyê berde. Ew dîlema wî bi xwe ye jî, ne tenê ya gelê Kurdistanê. Ez wisa difikirim, ku kurd wê çareserîyeke maqul a derketina ji wê rewşê peyda bikin. Kurdistan hewceyê Barzanî ye, ji ber ku ji alîyê civata navneteweyî ve tê qebûlkirin. Di nav YNK de lîdereke wisa bi bandor tune ye. Dibe ku endam û layengirên YNK`ê  Barzanî wek serok bi nav nekin, lê ewê derfetê bidine wî ku bikaribe serxwebûna Kurdistanê dabîn bike”.

    Esasê ku prensîbên aramîya sîyasî ya li Herêma Kurdistanê dabîn dike, hilbijartin û veguhestina desthilatê ye. Binpêkirina wan prensîban wê nakokîyên kûr ên navpartîyî derxe. Îro çareserîya yekane ya problemên sîyasî yên Kurdistanê pesendkirina makezagona nû ye. Wisa dîyar e, ku demeke nêz de wê makezagona nû ya Kurdistanê bête amadekirin û pesendkirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Civîna Barzanî bi partiyên siyasî re dest pê kir
    Zahîr Abadî: Heger Barzanî daxwaza Serxwebûnê bike, wê Heşida Şabî bersivê bide
    Barzanî: Rayedarên Amerîkayê em piştrast kirin
    Barzanî: Ne giringe çek bi çi riyê bighên Pêşmerge
    Berpirsek: Barzanî daxwaza firokeyên şer dike
    Barzanî û Obama wê sibê hev bibînin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de