01:04 19 Çile 2017
Zindî
    Heyeta HDP`ê li Qendîlê

    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike

    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3510

    Endamê rêveberiya KCKê Murad Karayilan diyar kir ku HDP bi %11ê dengan nikare benda hilbijartinên Tirkiyê derbas bike.

    Endamê rêveberiya KCKê Murad Karayilan diyar kir ku HDP bi %11ê dengan nikare benda hilbijartinên Tirkiyê derbas bike. Karayilan her wiha ragihand, ew heta dawiya hilbijartinan ti çalakiyeke leşkerî pêk nahînin. Muard Karayilan di hevpeyvînekê de digel televîzyona Med Nûçe ya nêzîkî PKKê, li ser hilbijartinên Tirkiyê û rewşa HDPê axivî. Karayilan behsa dengên HDPê kir û got, tê gotin ku HDP dê di hilbijartinên Tirkiyê de %10.5-11ê dengan bidest bîne lê bi vê rêjeyê HDP nikare benda hilbijartinan derbas bike çimkî dê dengên wê “bidizin û pûç bikin” ji ber wê jî divê herî kêm %12-13ê dengan bidest bîne. Wî rayedarê KCKê her wiha ragihand ku ew heta dawiya hilbijartinan ti çalakiyeke leşkerî pêk nahînin lê eger artêşa Tirkiyê êrişî wan bike ew dê xwe biparzêin. Murad Karayilan li ser îdiayên ku dibêjin gerîlayên PKKê kurdan tehdîd dikin ku dengê xwe nedin AKP tenê bidin HDPê jî got, tiştekî wisa rast nîne û ti kes nehatiye tehdîdkirin, ew îdiayên ku tên gotin jî hemû derew in. Li gorî rapirsiyên dawî, HDP dê di hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal ên Tirkiyê de derdora %11ê dengan bidest bîne.

    Etîketan:
    Tirkîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de